Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e

  • jin
  • 16:35 25 Mijdar 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tnundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hat kirin. 

Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li dijî tundiyê banga têkoşînê hat kirin. 
 
ÎZMÎRÊ 
 
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek jin beşdar bûn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser navê komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Zîlan Gumuşê destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê tenê ne rojeke bîranînê ye, roja mezinkirina daxwaza jiyanê ya li ser esasê wekheviyê ye û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên jinan. 
 
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 6 a Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê ji ber SGK a Konakê heya Qada Cumhîriyetê meşiyan. 
 
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 7 a Îzmîrê, li ber Buyukpark a Bornovayê kom bûn û bal kişandin ser têkoşîna li her cure tundiya li ser jinan. 
 
EDENE
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê, rapora li ser cinayetên jinan amade kiribû bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ragihand. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê baran Onerê, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku kuştin bi taybetî di demên ku jin dixwazin derkevin, bixebitin, an jî li ser jiyana xwe biryar bidin de zêde dibin.
 
Rapor ji aliyê endama Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê Belgîn Işikê ve hat parvekirin. 
 
AMED
 
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2025an eşkere kir. Gelek pêkhateyên Torê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Torê Mîna Îlhan ve hat xwandin.
 
Mîna Îlhan diyar kir ku dema ew salek berê bi îsal ve miqayese dikin tundiya derûnî ji sedî 27 û tundiya aborî ji sedî 44 zêde bûye û got: “Tundiya zayendî û fizîkî jî hem ji aliyê rêjeyê ve hem jî ji aliyê naverokê ve girantir bûye. Em ê wekî Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber tundiyê rabin û ji bo jiyanê bi hevgirtinê û xwebûyînê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û lîlandinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" meşek li dar xist, dû re jî daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Jinên ku li Parka Yilmaz Guney kom bûn heta Batman Park AVM'ê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Jin Jiyan Azadî, azad bibe Rêbertî" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zeryam Işık ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.
 
Her wiha aktîvîsta TJA'yê siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: "Bi salan e em di vê hawîrdora tundiyê de ezmûnên re rû bi rû man. Ger sibê çareseriyek demokratîk pêş bikeve, rola me di pêvajoya avakirina aştiyê de dê cuda be. Li ku derê tundî hebe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hene û em ê hebin."
 
DÊRSIM
 
Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê li avahiya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Reyhan Helin Bulut di civînê de axivî û got: "Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê ne bûyereke takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji ber xemsariya saziyan a bi salan bêcezatî mezin dibe û tevna civakî xera dike."
 
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Dêrsimê jî li avahiya komeleyê der barê 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nurşat Yeşil li wir axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar.
 
SÊRT
 
Li Sêrtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), meşek hat lidarxistin. Jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn bi tilîlî û çepikan ber bi cedeya Guresê meşiyan. Di meşê de pankarta "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" hat vekirin û jinan dirûşma "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. 
 
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Muazzez Bulga ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Parlamentera DEM Partî Sebahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser daneyên kuştina jinan û daxuyand ku dê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
Jinan bi pêşengiya TJA’yê xwestin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya Şirnexê meş û daxuyaniyê bidin. Di nava wan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk hebûn, gelek kes ji bo meşê li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê kom bûn. Bi sedan polîs meşa ber bi Kolana Hunerê ve hat destpêkirin asteng kirin. Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA’yan avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin meşê.
 
Jinan bertek nîşanî dopêçkirinê dan û diyar kirin ku ew dixwazin bi pankartên ku wêneyên jin û zarokên hatine qetilkirin bimeşin. Jinan li dijî dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Jinan bi stranên berxwedanê û berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe didêmînin.
 
COLEMÊRG
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşmeya "Em ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne" meşeke girseyî hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne”, dovîzên “Jin jiyan e, jiyanê nekuje", "Jin, jiyan, azadî" û “Ji bo avakirina aştiya civakî divê demildest mafê hêviyê bê bicîhanîn" û wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin.
 
Halîde Turkoglu piştî meşê axivî û got: “Tundiya li dijî jinan di heman demê de tundiya dewleta mêr a di şexsê jinan de li dijî civakê ye. Me gelek caran ev yek dît û jiyan. Dibe ku îro çek qismî bêdeng bûbinî lê polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan berdewam dikin.
 
Duh, Komîsyona Meclisê serdana Îmraliyê kir û gavên dîrokî hatin avêtin. Şer bi me hemûyan dide windakirin lê aştî bi me hemûyan dide qezenckirin. Ger avakirina aştiyê pêk were, wê şerê topyekûn ê li dijî gelan û jinan bi dawî bibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di serî de bi berdana birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêkan e.”
 
AGIRÎ
 
Bi pêşengiya TJA’yê ki navenda Agiriyê meşek hat lidarxistin. Meclisa Jinan a DEM Partî, DBP û gelek jinan beşdarî meşê bûn. Jin li ber avahiya DBP’ê ya Agiriyê kom bûn û wêneyên jinên ku di dîrokên cûda de ji hêla mêran ve hatine qetilkirin hilgirtin. Di meşê de dovîzên “Faîl eşkereya yê adalet kamca de yo?", "Mêr dikuje, dewlet diparêze," û "Qirkirina jinan polîtîk in" hilgirtin û pankarta “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyanek azad ve" vekirin. Girseya ku li kolana Tahîr Elçî kom bû bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo," û "Bijî berxwedana zindanan” ber bi kolana Cumhuriyetê ve meşiya.
 
Jinan li kolana Cumhuriyetê daxuyanî da çapemeniyê. Piştre bi berzkirina dirûşmeyan heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.
 
ÎDIR
 
Bi pêşengiya TJA’yê li Îdirê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Meclisa Jinan a DEM Partiyê, DBP, Hevşaredara Îdirê Nejla Kum û gelek jin beşdar bûn. Jin li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn û li kuçeya Basinê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" hate hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Kezban Karasû Tanca ve hat dayîn.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyana azad" bi dawî bû.
 
WAN
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê li ber adliyeyê daxuyanî da. Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Hulya Çelîk Sonmez daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 1’ê Çileyê û 21’ê Mijdarê de 262 jin hatine qetilkirin. Sonmez bi bîr xist ku di meha Nîsanê de li Wanê sê jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û got, “Ji bo li bajêr mirina gumanbar a jinan û her cure tundî bi bandor bê lêkolînkirin divê em bi têkoşîna hevpar xebatê bimeşînin.”
 
 Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê jî li avahiya şaxê daxuyanî da çapemeniyê.
 
BEDLÎS
 
Li Bedlîsê bi pêşengiya TJA’yê meş hat lidarxistin. Meşa ku ji Rawestgeha Xîzanê destpê kir heta ber avahiya DEM Partiyê ya Tetwanê berdewam kir. Di meşê de timî dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana jinan" û "Bijî têkoşîna jinan" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
 
ERZIROM
 
Li navçeya Xinûs a Erziromê bi pêşengiya TJA’yê meş û daxuyanî hat lidarxistin. Jin ji navenda navçeyê heta qada bajêr meşiyan û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Aktîvîsta TJA’yê Mehtap Demîrkaya li wir axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî pergala dewleta baviksalar a serdest xurttir bikin.
 
MÛŞ
 
Jinan li Mûşê bi pêşengiya TJA’yê daxuyanî dan. Jinên ku li ber Şaredariya Muşê kom bûn pankarta bi Kurdî û Tirkî "Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve" hilgirtin. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatine qetilkirin û dovîzên ”Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin", "Edalet ji bo Rojîn Kabaîş" û "Komun bingeha jiyana azad e" vekirin. Polîsên ku dora şaredariyê dorpêç kirin, nehiştin ku jin ber bi qada bajêr ve bimeşin. Jinên ku bi saetan li dijî dorpêça polîsan rûniştin, piştre daxuyanî dan. Aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag, daxuyanî da û got, "Jiyaneke nû ku jin li dijî hemû cureyên tundiyê bi ser bikevin pêkan e. Ev jiyan tenê bi civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, edalet û demokrasiyê pêkan e. THeta ku em vê jiyanê ava bikin wê têkoşîna me berdewam bike.”
 
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan jî got: “Wê tu jin li vî bajarî bi tena serê xwe nemeşe. 'Jin, jiyan, azadî' ji bo me ne tenê dirûşmek e. Ew felsefeyeke jiyanê ye ku li ser vî axê bi xwîna bi sed hezaran jinan û dayîna berdêlan li cîhanê belav bûye.”
 
QERS
 
Li Qersê bi pêşengiya TJA’yê meşek hat lidarxistin û piştre daxuyanî hat dayîn. Jin li ber avahiya DEM Partiyê ya Qersê kom bûn û bi pankartên "Em ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne" û "Jin, jiyan, azadî" meşiyan. Jin ji kolana Kazimpaşa heta kolana Faikbey meşiyan û ji wir jî heta Qesra Gazi Ahmet Muhtarpaşa meşiyan. Di meşê dirûşmeya "Bila kujer bên dîtin, bila edalet bê bicihanîn" berz kirin. Meş bi daxuyaniyê bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî, jin di çarçoveya  25’ê Mijdarê, bi pêşengiya TJA’yê meşiyan. Jin li ber Navenda Çanda Mîtanî kom bûn û wêneyên jinên hatine qetilkirin û pankart hilgirtin. Di meşê de dirûşme berz kirin û stranên berxwedanê gotin. Jinan li seranserê sînorê Nisêbînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û li Parka Aştiyê ya li navenda bajêr daxuyanî dan. Daxuyaniya ji hêla Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu ve hat xwendin. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku jin ji bo jiyana xwe doza xwe dimeşînin û qetilkirina jinan wekî qirkirina jinan pênase kir. Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
RIHA
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî), Platforma Jinan a Rihayê, Meclîsa Jinan a KESK’ê, Jinên Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê,  li ber Novada Park a li navçeya Halîliye hatin gel hev. Jin brebi Qada Topçu bi meşaleyan meşiyan. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
 
Piştî meşê Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Rihayê Seval Gokçen Uçar daxuyanî xwend.
 
Seval Gokçen Uçar da zanîn ku li Rihayê hebûna jinan bi tena serê xwe pratîka berxwedanê ye û got: “Jin dibin şert û mercên giran yê jiyanê de dixbitin, têkoşîna jiyanê didin. Bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Tundî ne tenê fîzîkiye, aboriye, civakiye û çandiye. Em dizanin ku li her derê ku xizanî, bêcezahiştin, şer û polîtîkayên qeyûm hebe tundî jî zêde dibe. Em ê vê zincîra tundiyê bi piştevaniya jinan bişkînin.”
 
DÎLOK
 
Platforma Jinan a Dîlokê çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Şehîtkamîl ji Parka Kirkayak heta Qada Balikli meş pêk anîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Partiya Kedê (EMEP), Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli meşê bûn.
 
Li Qada Balikli daxuyanî hat dayîn û endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Tugba Işik axivî û da zanîn ku cînayetên jinan polîtikin û wiha vegot: “Li vî welatî dewlet ne jinan gumanbaran diparêze. Em ji vir aşkera dibêjin. Ev pergal wisa nikare bimeşe. Em em jin  li dijî vê pergala ku mêran diparêze ye.”
 
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî axivî û balkişand ser qetilkirinên jinan û da zanîn ku yekane ewlehiya wan piştevaniye.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.
 
ÇEWLIG
 
Li Çewlîgê bi pêşengiya Platforma Jinan a Çewlîgê cara yekemîn meşa şevê pêk hat. Meş ji taxa Uydukent destpê kir û jinan pankarta ‘bi civaka demokratîk berbi jiyana azad û bê tundî’ vekirin. Jin heta ber Kalîum AVM’ê meşiyan û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ berz kirin.
 
Sekretera Şaxa Egîtîm Sen a Çewlîgê Gamze Nur Arsalan li ser navê platformê  daxuyanî xwend û diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê de bibin dengê hemû jinan û wiha vegot: “Em bi mîrateya ji Mîrabelan heta îro, jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk dihûnin. Em vê 25’ê Mijdarê bi hêviya avakirina aştiyê pêşwazî dikin.”
 
‘Divê têkoşîna me mezin bibe’
 
Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Şevval Tuker jî balkişand ser mirinên guman yên jinan û got wê têkoşîna wan li dijî tundiya li ser jinan mezin bibe.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.
 

Sernavên din

11:20 DEM Partî, dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir