Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome

  • jin
  • 10:57 26 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li dijî tundiyê daketin qadan diyar kirin ku ew ê dengê xwe yê li dijî tundiyê bilindtir bikin û gotin ku dê berxwedana wan bidome. 

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran jin bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan û li dijî tundî û komkujiyên ser jinê daxwaza maf, azadî, edalet û aştiyê kirin. Jinên li Amed û Çewligê hatin gel hev, li dijî komkujiyên ser jinan gotin: “Êdî tehemûla me nemaye ku yek jineke din kêm bibe.” 
 
Elîf Yun ku tev li meşa li Amedê bû, diyar kir ku ji bo parastina mafên jinan li qadê ye û anî ziman ku armanca wan ew e ku rê li ber tundî û komkujiyên ser jinan bigirin. Elîf Yunê, got: “Divê zilam jî li cem jinên rastî tundiyê tên, tên qetilklirin û rastî neheqiyê tên cih bigirin. Di her qada civakê de jin tên rexnekirin. Em vê naxwazin. Jixwe jin xwe li tu cihekî di ewlehiyê de hîs nakin. Ev ji malbatê dest pê dike û bi civakê didome. Em dixwazin bêyî ku bitirsin û dixwazin azad bijîn. Em dixwazin di civakeke exlaq ne tenê li ser jinan tê pênasekirin de bijîn.”
 
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
 
Herem Nêrgizê jî bal kişand ser komkujiyên ser jinan û got ji bo dengê xwe bidin bihîstin tev li meşê bûye. Herem Nêrgizê got: “Pergala Tirkiyeyê tu caran maf nedaye jinan. Kî jinan bikuje dixin girtîgehê lê xwedî wî mafî ye ku di heman rojê de derkeve. Dema wiha dibe jî zilam ji bo kuştina jinan pir bi cisarettir tevdigerin. Em jî ji bo ji tundiya ser jinê re bibêjin ‘na’, ji bo civak li dora îdeolojiya Rêbertiyê bibe yek û bi navê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ kom bûn. Weke ciwanek Kurd hêvî dikim neyêm kuştin. Ez, bi felsefeya jineolojiyê xwe li ser pêyan digirim. Jineolojî, bingeha tevahiya civakê ye. Di vê pêvajoyê de hêj jî jin tên qetilkirin. Bi psîkolojiyeke tirs û xofê mirov nikare jiyaneke bitendurist bijî. Lewma em aştiyê dixwazin û dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’” 
 
'MUXATAB LI ÎMRALIYÊ YE’
 
Remziye Çalanê jî anî got “Jin jiyan e, bila jiyanê qetil nekin” û ev tişt anî ziman: “Heke jin tune bin dê ne xweza ne jî tiştek nebe.” Remziye Çalanê bi domdarî bal kişand ser pêvajoyê, got muxatab li Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Jiyaneke bêyî Serokatiyê nabe. Sedema hatine me ya vê derê jî ew e. Tu kes bi qasî Serok qedrî nade jinan. Em dixwazin azad bibe.” 
 
'JIN DÊ HER TIM AŞTIYÊ BIQÎRIN’ 
 
Serap Yildirimê jî got: “Mîna her carê jin niha jî li qadan e, li ber xwe didin û li dijî tundiyê dengê xwe derdixînin. Jin herî zêde jî ji bo aştiyê li qadan e. Di civakên aştî nav de heye jin dikarin bijîn û ew civak demokratîk dibin. Bajar û kolan bêhtir biewle dibin. Di demên şer de binpêkirinên li dijî jin û zarokan zêde dibin. Lewma aştî ji bo jinan girîng e. Jin dê di her qadê de aştiyê biqîrin.” 
 
'NAXWAZIM JIN BÊN KUŞTIN’
 
Guler Saray ku tev li meşa li Çewligê bû jî anî ziman ku ew naxwazin jin bên kuştin û wiha axivî: “Divê bi qedr û qîmeta jinan bê zanîn. Cezayên di sûcênl i dijî jinan de sivik in lewma mêr bêhtir tundiyê li jinan dikin û bêhtir qetil dikin. Qedr nadin jinan. Lewma hem tundî hem kuştin bi rehettir tê kirin. Zilamên tên girtin jî zû tên berdan û ew jî bêhtir berê xwe didin tundiyê.” 
 
'BILA KESEK BÊDENG NEMÎNE’
 
Sedanûr Toksozê jî bi lêv kir ku di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de divê hem jin hem jî zilam bên têgihandin û got: “Jin di heman demê de warên hev in. Heke em zarokên xwe baş perwerde bikin, hem jin hem jî mêr dê bi aramî bijîn. Tundî pir bi hêsanî tê kirin ji ber ku zextek tune ye. Lewma divê pergala edaletê were guhertin. Jin, mêr, zarok divê kesek li dijî vê tundiyê bêdeng nemîne.” 
 
Songul Koçanê jî xwest cezayên di sûcên li dijî jinan de bên girankirin û ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên din daxwaza edaletê kir. 
 
'HEKE JIN NEBE CIVAK JÎ NABE’
 
Nîsa Barulayê jî got ku tundiya li dijî jinê ne tenê birîna jinan lê birîna civak û welat e û got: “Efûya sûcê tundiya ser jinê nîne. Dewlet dikare zagonên xwe dijwartir bike. Heke jin nebin civak nabe.” 
 
Ayşegul Kostemoglûyê jî got divê hemû jin li dijî tundiyê derkevin û daxwaza edaletê kir. 
 
'DIVÊ ZAROK BÊN PERWERDEKIRIN’ 
 
Avşîn Nazli Yildizê jî got: “Divê jin li dijî tundiyê bibin yek û jin û mêr di mijara pergala baviksalar de bên perwerdekirin. Tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan polîtîk e. Divê em bêhtir dengê xwe derxînin û bi rêya piştevaniyê dikarin pêşiya tundiyê bigirin. Civak çiqas dengê xwe derxîne dê tevdîr jî ewqas bêhtir bên girtin. Cezayên tên dayin sivik in û divê ev ceza bên girankirin.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel - Helîn Ozgun

Sernavên din

11:20 DEM Partî, dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir