ÎZMÎR - Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû. Faîk Ozgur Erol got: “Bi pêşketina pêvajoyê re têkoşîna me dê ji bo cîbicîkirina entegrasyona hiqûqî be.”
Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê ku ji hêla rêxistinên hiqûqê ve hat lidarxistin, di roja sêyemên de bi rûniştina “Hiqûqa pêvajoya aştiyê û ya piştre” bi dawî bû. Endamê Şandeya Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol di axaftina dawî ya dibistanê de bal kişand ser hiqûqa li dijî Kurdan a beriya avakirina Komara Tirkiyeyê û piştre de. Erol, behsa dema ber bi pêvajoya înkarkirina Kurdan ve kir û got: “Heta ku li cihekî qada derqanûntiyê were avakirin, ev yek dê bandorê li deverên din ên welat jî bike. Li şaredariyên Kurdan qeyûm hatin tayînkirin û niha heman sepan li rojava jî tê pêşxistin. Sedema demekî dirêj qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a li bajarekî, tunebûna hiqûqê ye. Ji ber ku hêzekî pêşiya vê bigire tune ye. Ji destpêkê heta niha Tirkiyeyê nekarî hiqûqê bide rûniştandin. Bêpertalî, dema qadên derqanûnî li welat berfireh bû derdikeve holê. Di rewşa heyî de meseleya me ew e ku em rastiya Kurd a li derveyî hiqûqê hatiye hiştin dîsa daxilî nava hiqûqê bikin.”
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Di berdewamiya axaftina xwe de Erol anî ziman ku divê entegrasyona demokratîk û entegrasyona lîberal neyên tevlihevkirin û wiha pê de çû: “Bi herî aşkera tê vê wateyê; her du alî jî hev nas dikin û pêkvejiyan li gorî vê esasê dibe. Bi wateya teng mirov dikare bibêje zagonên entegrasyona demokratîk, tê wê wateyê ku Kurdên li derveyî zagonan hatine hiştin careke din daxilî nava zagonan werin kirin. Bi wateya berfireh jî mirov dikare bibêje entegrasyona demokratîk, bi awayekî giştî daxilkirina Kurdan a nava hiqûqê ye. Anku dê encamên bi meseleya serhildanan rû dayin ji holê rake, Kurd û dostên wan ên li derveyî hiqûqê hatine hiştin bên daxilkirin. Di heman demê de zagonên tên derxistin divê zagonên tevlibûna siyaseta demokratîk jî verast bikin. Bi awayekî giştî, divê siyaseta demokratîk a hatiye îllegalkirin bi giştî daxilî siyasetê were kirin.”
Erol, di berdewama axaftina xwe de îşaret bi verastkirinên bêyî zagonê dikarin bên kirin kir û got: “Weke mînak, rakirina sepana qeyûman, cîbicîkirina biryarên DMME’yê. Ev dikarin bêyî zagon werin çêkirin jî bên kirin. Bi pêşketina pêvajoyê re dê têkoşîna me ji bo wê be ku bi awayekî giştî entegrasyoneke hiqûqî çêbibe.”
Piştî axaftina Erol, forum hate lidarxistin û piştî forumê jî Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû.
