Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin

  • rojane
  • 11:00 11 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê ji bo Newala Qesaba biryara îmarê dabû. Dadgeha Îdarî jî ev biryara qeyûm da rawestandin.

 
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê û meclisa wî, ji bo Newala Qesaba ku gorên komî lê hene, biryara îmarê dabû. Dadgeha Îdarî jî biryara rawestandina vê biryarê da. Odeya Plansazên Bajêr a Amedê jî di 11’ê Nîsana 2025’an de bi hinceta ku ne li gorî Rêziknameya Çêkirina Planên Cihî ye, bajar herêma erdhejê ye û  rapora jeolojîk a plananan nîne, bi daxwaza rawestandina biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Sêrtê dabû. Piştî serlêdanê, dadgehê biryara îmarê da rawestandin.
 
Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku plana îmarê ne li gorî standartên Rêziknameya Çêkirina Planên Cihî ye. Bi domdarî diyar kir ku rapora jeolojîk-jeoteknîk a ku Wezareta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê pêwîst dibîne, tune ye û bêyî raporê ne pêkan e ku plan bê amadekirin û were cîbicîkirin. Herwiha dadgehê destnîşan kir ku qada ji bo planê hatiye veqetandin ne li gorî pîvan, teknîk û rêgezên bajarvaniyê ye.
 
Dadgeha ku biryara vekirina îmarê ne li gorî plan û rêgezên dadgehê dît, biryar da ku ev biryar ne li gotî hiqûq û rêziknameyê ye û di 19’ê Mijdarê de bi piraniya dengan biryara sekinandina biryara îmarê da.  
 
‘PIŞTÎ VÊ SAETÊ HER AVAHÎ BÊQANÛN E’ 
 
Sekreterê Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Mahmût Ozkeskîn, biryara dadgehê nirxand û diyar kir ku ev plan şaşî ye, bi awayeke teknîkî nayê qebûlkirin û got: “Sêrtê di asta yekemîn de di nava herêma erhejê de ye. Sêrt, ji berê ve bêyî ku analîzên jeolojîk bên kirin teslîmê hişmendiya rantparêz bûye.” 
 
Ozkeskîn, rave kir ku divê bajar wek qada rantparêziyê neyê bikaranîn û wiha pê de çû: “Biryara ku ji aliyê qeyûm ve hatiye dayîn vê nêrîna me piştrast dike. Ji ber vê yekê li dijî planê îtîraz hate kirin. Piştî encamek ji îtîrazê derneketî jî ji bo rawestandina biryarê doz hatiye vekirin. Bi biryara dadgehê ve niha plan hatiye rawestandin. Piştî vê saetê her îmar û avahî ya ku dê bêçêkirin bêhiqûqî ye û li dijî biryara dadgehê ye. Derdê me ew e ku careke din erdheja 6’ê Sibatê rû nede.” 
 
‘GORÊN KOMÎ HATIN DÎTIN, 8 CENAZE HATIN DERXISTIN’ 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê Mahûm Çiya Korkmaz, bibîr xist ku li Newala Qesabayê di salên 1980-90’î de cenazeyê sedan kesên ku bi zorê hatine windakirin û bi cînayetên faîl nediyar e hatiye dîtin. Korkmaz, bibîr xist k udi 2’yê Nîsana 1989’an de goristaneke komî hatiye derxistin û di vekolîna ewil de piştî çend saetan gora 8 kesan hatiye derxistin. Korkmaz, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji bo cenazeyê kesên bizorê hatine windakirin, xebateke ji pisporên serbixwe pêk dihat, dihate payîn. Lêbelê di heman rojê de bi biryara Walîtiya Sêrtê vekolîn hatin rawestandin û ji wê rojê de tu xebat nehate kirin û nasnameya cenazeyê 8 kesan û sedemê mirina wan nehate ronîkirin. Xebata îmarê ne li gorî hiqûq û wijdana civakî ye.” 
 
‘DIVÊ QAD BÊ PARASTIN’
 
Korkmaz, bal kişand ser gorên komî yên li Newala Qesabayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Planek ku xwedî ‘erêkirina plana îmarê’ be mafê bêsînor ê avahiya li ser bermahiyên mirovan nade. Em careke din destnîşan dikin ku divê hesasiyetên sosyolojîk, çandî û teknîkî bê esas girtin û ew dever bê parastin.”
 
MA / Mûjdat Can            

Sernavên din

16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin