NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barînên zêde û şilopeyê kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rojane ya rewşa hewayî aşkera kir. Li gorî midûriyetê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê li benda barînan e. Midûriyetê got ku li bakur û rojhilatê Herêma Serhedê li benda barîna şilope û berfê ne.
Her wiha ji bo bajarên Êlih, Amed û Mêrdînê hişyariya barîna baranên zêde, ji bo Erzirom, Qers û Wanê jî hişyariya şilope û berfê hate kirin.
