NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê avaniya di bin banê Tirkiyeyê de ya ji bo xebatên girtîgehan û sîxuriyê didome û ligel vê dema peymana 10'ê Adarê ku xala "misogerkirina vegera ewle ya kesên koçber" jî di nav de ye, li ber bidawîbûnê ye.
Geşedanên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê di sala borî de hevsengiya hêzê li herêmê ji nû ve diguherînin. Dema Peymana 10'ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de di dawiya salê de diqede. Der barê vegera koçberan de ku yek ji bendên sereke yên peymanê ye, tu gav nehatine avêtin. Mekanîzmayên ku li deverên ku ji aliyê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) û Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve tên kontrolkirin hatine damezrandin, ji kontrola leşkerî wêdetir çûne û bûne avaniyên ku rasterast bandorê li jiyana rojane ya mirovan, têkiliyên wan ên civakî û bi taybetî jî pêşeroja ciwanên Kurd dikin.
GIRTÎGEHÊN LI EFRÎNÊ
Yek ji xuyangên herî berbiçav ên van kiryaran li herêmê girtîgehên ku ji hêla van koman ve tên kontrolkirin in. Li gorî agahiyên ji qadê, hejmareke mezin ji mirovan di van girtîgehên li Efrîn û derdora wê de tên girtin. Agahiyên der barê girtîgehan de wiha ne:
* Girtîgeha Gundê Qermitliqê: Tê gotin ku ev girtîgeh di bin kontrola koma Emşatê de ye ku nêzîkî 200 kes lê dimînin. Hejmareke girîng ji girtiyan ji gundê Hemra ne û tê gotin ku girtîgeh di bin kontrola komeke girêdayî Ebû Emşa de ye û hin ji kesên "winda" li vir tên girtin.
* Girtîgeha Hîwar Kilîs: Tê gotin ku Fehîm Îsa li wir xwedî bandor e û ew jî di bin kontrola komên Ebû Emşe û Sêf Ebû Bekir de ye. Tê destnîşankirin ku piraniya kesên ku li vir tên girtin bi hinceta ku bi HSD'ê û rêveberiyên herêmî ve girêdayî ne, tên girtin.
* Girtîgeha Bilbilê: Tê ragihandin ku nêzîkî 70 girtî li vê girtîgehê dimînin û pêşî kesên ji herêma Raco anîne wir û dû re ji bo gundê Baliya hatine veguhastin û hin ji wan jî birine Tirkiyeyê.
* Girtîgeha Gundê Sera Qirtqilaqê: Tê ragihandin ku girtîgeha ku di bin berpirsiyariya kesayetekî paramîlîter ê bi navê Ereb Idrîs de bû, vê dawiyê hatiye valakirin û hinek ji girtiyan şandine Hiwar Kilis û yên din jî şandine Girtîgeha Emîn el-Am a li Îdlibê.
* Girtîgeha Navendî ya Efrînê: Li devera Nexweşxaneya El-Şîfa ye û tê îdiakirin ku di bin kontrola rasterast a Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) de ye û tê gotin ku nêzîkî 500 girtî lê dimînin û yek ji mezintirîn girtîgehên girtî yên herêmê ye.
* Girtîgeha Mistefa El Tacêr: Li ser rêya Helebê ye, tê gotin ku ev girtîgeh di bin kontrola MÎT'ê û komên pê ve girêdayî de ye. Her çend der barê hejmara girtiyan de agahiyek rast tune be jî, ew wekî yek ji navendên "herî girtî" yên herêmê tê binavkirin.
LI EFRÎNÊ TORÊN SÎXURIYÊ
Komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin, veguherîne mekanîzmayeke kontrolê ya kûrtir li ser nifûsa herêmî. Li gorî raporê, ev şebekeyên ku navenda wan li Efrînê ye, bi taybetî ciwanên Kurd hedef digirin û wan dixin nav rêxistinên îstîxbaratê.
Li gorî agahiyên ji qadê, xebatên MÎT'ê yên li herêmê di demên dawî de bi rêya berpirsekî bi navê Mesûd Betal tên kirin. Tê gotin ku Betal li gundên cuda yên Efrînê serdana malan dike, bi malbatan re dicive û hewl dide ku qada xwe ya bandorê berfireh bike.
XETEKE BERFIREH DIHEWÎNE
Tê gotin ku ev çalakî li ser qadeke fireh belav bûne, ji Efrînê dest pê kirine û heta Ezaz, Til Erin û Til Hasêl dirêj bûne. Tê ragihandin ku armanc ew e ku ciwanan, bi taybetî yên bi eşîra Dîdan ve girêdayî, ber bi yekîneyên Emîn el-Am ên girêdayî HTŞ'ê ve werin arastekirin. Armanc ew e ku bi nîşandana van ciwanan wekî "li herêmên xwe xizmet dikin" vê komê rewa bikin.
ŞÊX MEQSÛD VE EŞREFIYÊ
Li gorî raporê, mekanîzmayên zextê yên bi heman rengî li hin wargehên Kurdan ên li derveyî Efrînê jî tên hîskirin. Tê gotin ku hin malbatên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê dijîn, ji ber ku ciwanên wan neçar dibin ku bi rêxistinên îstîxbaratê re têkilî daynin, rastî zextê tên.
ENCAM
Torên girtîgehan ên li Efrîn û derdora wê hatine avakirin û tevlîkirina sîstematîk a ciwanan ji bo nav dezgehên îstîxbaratê, li dijî vegera kesên koçber in ku xaleke bingehîn a Peymana 10'ê Adarê ye. Ev rêxistin ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve tên kontrolkirin, rasterast bandorê li jiyana ciwanên Kurd, ewlehiya malbatên wan û tevna civakî dikin. Rêbazên ji girtin û windakirinên bi zorê bigire heya zexta îstîxbaratê û manîpulekirina ciwanan, binpêkirineke sîstematîk a mafên civakê eşkere dikin.
MA / Erdogan Altan
