* Li Belçîkayê xweseriya şaredariyan di bin temînata destûra bingehîn de ye û destwerdana navendê li rêveberiyên xwecihî pir kêm e. Di modela Brukselê de, di pratîkê de hişmendiya komunîteryen di rêveberiya şaredariyê de serdest e.
* Li gundên Çelê yên qedexe ku lêgerîna madenan lê tê kirin û qadên petrolê lê tên vekirin, welatiyan bertek nîşan dan û gotin: "Em talanê naxwazin, em dixwazin gundên xwe ava bikin."
* Dîmenên kêliya ku girtî Omer Cûma Salih ji aliyê gardiyanan ve tê îşkencekirin derketin holê. Pispor jî di raporê de tomar kir ku Salih "rastî sepanên xerab hatiye."
* Keça Taybet Înan a ku li ber deriyê mala xwe li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, Şaristan Algan got: "Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin."
* Li gundê Tanêrê yê Xozatê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, Ozlem Akdenîz û Zarîfe Akgul ên ku sewalkariyê dikin, diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan sewalkarî her ku diçe zehmettir dibe û ew bi fikar in ka dê zivistanê çawa derbas bikin.
* Nûriye Turan a ku hestiyên kurê wê Fedakar Turan ji Goristana Garzanê hatibûn dizîn, diyar kir ku kurê wê piştî jiyana xwe ji dest daye îşkence li cenazeyê wî hatiye kirin û hatiye şewitandin. Nûriye Turanê bang li malbatan kir ku ji bo hestiyên zarokên xwe têbikoşin û got ku wê piştî têkoşîneke 2 salan hestiyên kurê xwe wergirtiye û cara 4’emîn defin kiriye.
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.
* Danişîna doza tetîkkêşê Hîzbullahê û bersûcê cînayeta Wekîlê DEP'ê Mehmet Sîncar, Cîhan Yildiz dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (10.00)
* Di çarçoveya Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de dê li Bismil û Farqînê bi gel re civîn bê lidarxistin. (10.00-17.00)
* Li Wanê dê polîtîkayên "şerê taybet" bên protestokirin. (12.00)
* Şaredariya Ebexê dê Pirtûkxaneya Jinan a Sîma Semendê veke. (13.00)
* Eyşe Şan dê di sala 29'emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê were bibîranîn. (13.00)
* Hunermend Eyşe Şan dê bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Eywana Konferansan a Alî Emîrî bê bibîranîn. (18.00)
