‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’

  • jin
  • 09:51 9 Hezîran 2023
  • |
img

WAN - Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe, diyar kir ku dê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê ya li Meclisê avabûyî bisekinin û wiha got: “Li Meclisê hejmarek heye lê têkoşîn li kolanan e, wesfa me heye.

 
AKP’a ku destkeftiyên jinan hedef girt, bi qeyûmên tayînî şaredariyan kir re saziyên jinan girt û herî dawî ji Peymana Stenbolê paş ve kişiya, di bin banê “hilbijartinê” de Partiya Hur Dava û Yenîden Refah a bi axaftinên xwe yên jinan hedef digirin re dibin rojev birin Meclisê. Bi desthilata polîtîkayên xwe yên li dijî jinan dimeşîne re mûxalefetê jî di listeyên xwe de kêm cih da jinan. Ji ber vê yekê di Meclisê de tenê 120 wekîlên jin cih girtin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê piştî ku piraniya Meclisê bi dest xist, Mecliseke rastgir derket holê. Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe rewşa rastgir û piraniya zilaman a li Meclisê nirxand û li dijî vê girîngiya têkoşîna birêxistinî destnîşan kir. 
 
‘LI MECLISÊ JIN NAYÊN TEMSÎLKIRIN’  
 
Ozgokçe, anî ziman ku bi hêviya guhertinê ketin hilbijartinan lê encam gelek xerab bû û wiha got: “Zilamên ketin Meclisê li gorî berê bêtir tirsnak in. Beriya niha jî ji xwe nêrîneke mêrsalan û serweriya mêr hebû, ev yek bi awayekî aşkere nîşan dan. Weke pêkneanîna Peymana Stenbolê û qanûna 6284’an. Lê gotinên niha bi awayekî kûrtir bandorê li jiyana me jinan dikin. Feraseteke nêzî serdema navîn ketiye Meclisê. Em jin li Meclisê nayên temsîlkirin û mixabin gelek ji wan xwedî vê ferasetê ne. Girîng e ku wê mûxalefet jî çawa ji vê re bibe bersiv.”
 
‘HEJMARA WAN ZÊDE YE LÊ KOLAN YÊN ME NE’  
 
Ozgokçe, bal kişand ku yek kursiya li Meclisê aydê kesekî 3 hevjinên wî hene ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em qala feraseteke ku bi temamî li dijî 6284’an û mafê nefeqeyê yê jinan disekinin dikin. Em behsa beşa kesên ku difikirin tundiya li ser jinê meşrû ye dikin, yên difikirin ku jin piştî ku tiştên mêr di nava malê de bibêje bike tundî lê nayê kirin, difikirin ku jin nikare biryara xwe bide û wisa dijîn dikin. Piraniya ku mudaxileyî jiyana jinan dike, heqaret dike, me biçûk dixe, tevî ku van bi awayekî aşkere dibêjin jî bertek nagirin heye. Ev rewş gelek bi tirsnak e. Ji ber ku ev hişmendî qada me ya têkoşînê bisînor dike. Weke jin êdî du qet zext li me tê kirin. Rêxistinên femînîst ên ji jinan re bûne hêvî hene ev jî hêviyeke. Li Meclisê û gelemperiyê welat hejmareke zêde ya zilaman heye lê têkoşîn li kolanan e û em bi wesf in.”
 
‘PÊDIVÎ BI RÊXISTINKIRINÊ HEYE’ 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku her tim tundî û îstîsmara li ser jinê tê axaftin lê zarok jî di bin xetereyê de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema mirov li pirtûkên dibistanan dinêre zarokên keç bi pirtûkên dersan ên bi zimanekî mêr û zayendîparêz perwerde dibin. Mirov neçar dimînin ku di nava vê pergalê de zarokên xwe bişînin dibistanan. Zarok çi li qenalên televizyonan çi jî bi perwerdehiya digirin bi xerab nîşandana asta jinan bi awayê zîhnî têk diçin. Divê qedera van jinan û zarokan hilbijartin diyar neke lê ez bawer dikim ku em ê bi rêxistinkirinê vê yekê derbas bikin. Sê jinên di avahiyekê de rûdinin jî bi hev re di nava piştevaniyê de bin, bi rêxistinî tevbigerin, dikarin her tiştî çareser bikin. Em ê bi rêxistinkirinên biçûk û mezin van çareser bikin. Rêxistinkirinên biçûk jî jiyana jinan xelas dikin. Tundiya nava malbatê gelek zêde ye, îstîsmar ji kesên dûr nayê, ji kesên nêz tê. Divê em jin xwedî li jiyan û rojeva xwe derkevin. Em dikarin bi vê rêyê hêviya xwe şîn bikin.”