Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!

  • jin
  • 10:05 3 Cotmeh 2024
  • |
img
ERZIROM - Dîlan Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û piştre hevjînê wê Îlhan Yildirim “Bi qisûr sedembûna kuştinê” hat binçavkirin û piştre hate berdan. Malbata Dîlan Yildirimê bertek nîşanî biryara berdana Îlham Yildirim da û wiha got: “Ev ne xwekuştin e, cînayet e!” 
 
Dîlan Yildirim a 25 salî di 4’ê tebaxê de li taxa Redkî ya navçeya Avnîka Erziromê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.  Dîlan Yildirim a bi îdiaya xwekuştinê rakirine nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxileyan nehate xelaskirin. Têkildarî mirina Dîlan Yildirimê hevjînê wê Îlhan Yildirim “Bi qisûr sedembûna kuştinê” hate binçavkirin. Yildirimê hatiye binçavkirin îdia kir ku hevjîna wê ji ber êşa gewriya xwe jiyana xwe ji dest daye. Piştre Îlhan Yildirim ê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Pasînlerê hatiye kirin li vê derê îfadeya xwe guherand. Yildirim ê îfadeya xwe guherandiye wiha got: “Ez îfadeya xwe ya ku min li Fermandariya Cendirmeyan a Koprukoyê daye, qebûl nakim. Ji ber xofa bûyerê min got ku gewriya hevjîna min diêşe û lewma min got ew êş bûye sedema mirina wê. Ji bo malbata hevjîna min tundiyê li min neke min wisa got. Ji ber li herêma me xwekuştina hevjînê wek tiştekî şerm tê dîtin û dê civak min ji nava xwe dûr bixista. Herwiha ji ber êşa me hebû dibe ku di navbera me û malbata hevjîma min de li nexweşxaneyê û li cendirmeyan şer derketa. Lewma min bi hurgilî îfade neda.  
 
‘TEVÎ ŞOPA DALIQANDINÊ DELîL NEHATIN KOMKIRIN’
 
Tevî îfadeyên xwe yên bi nakok Yildirim bi şertê kontrola edlî hate berdan. Dadgeriya Cezayê  Sulhê ya Hesenkeleh bal kişand ser îfadeyên binakok ên Yildirim û diyar kir ku popên daliqandinê li stuyê Dîlanê heye lê belê ji ber pirsgirêkekî di navbera Dîlan û hevjînê wê de nehatiye dîtin, hemû delîl hatine komkirin û delîlekî ku sûc derxe holê nîne e, biryar da ku şertê kontla edlî li Îlham Yildirim werin sepandin. 
 
ÎFADEYA DAYIKA SUME: DEWLET EM IN
 
Dayika Dîlan Yildirimê Serpîl Sume di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de daye anî ziman ku keça wê xwe nekuştiye û da zanîn ku derbarê mijarê de gumanên wan hene. Sume diyar kir ku ew şeva dawî bi keça xwe re axiviye, tu pirsgirêkên keça wê tunebûne û di îfadeya xwe de wiha got: “Zavayê min Îlham Yildirim saet derdora 14.00 li min geriya, ji min re wiha got ‘Gewriya Dîlanê diêşiya. Dema ku ji bo min xwarinê datanî, ji ser hişê xwe çû. Ez wê dibin li Nexweşxaneya Dewletê ya Hesenkelehê, hûn jî bigihijin.’ Em ketin rê û di rê de ez 3 caran li Îlham Yildirim geriyam. Piştre ji min re got ‘Dilan ji ser hişê xwe çû’ Em çûn li nexweşxaneyê lê belê keça min nîşanî min nedan. Ez çûm û Îlhan Yildirim hinekî nerehet disekinî. Ez nafikirim ku keça min xwe kuştiye. Tevî ku li Yaganê navenda tenduristiyê hebû, Yildirim keça min anî Nexweşxaneya Dewletê ya Pasînlerê. Ez ji vê yekê dikevim şikê. Keça min ne yekî ku xwe bikuje ye. Ez ji van şexsan gilîkar im. Dema em li cenaze bûm, dayika Îlham Yildirim Guler Yildirimê li derve di nava wê girseyê de, ‘Dewlet a me ye, dozger ê me ye, bijîşk ê me ye, cendirmetî yê me ye’ gotiye.”
 
‘ÇIMA LI ŞÛNA YA NÊZ BIR LI NEXWEŞXANEYA DÛR?’
 
Dê û bavên Dîlan Yildirimê ên li navçeya Avnîkê dimînin bawer nakin ku keça wan xwe kuştiye û gotin ku dixwazin serê bûyerê bigirin. Bavê Dîlan Yildirimê Haci Sume anî ziman ku ew gumanan ji xwekuştina keça xwe dike û diyar kir ku ew ji ber li 2 kîlometre dûrî wan nexweşxane heye ji çûne nexweşxaneyekî 18 kîlometreyan dûrtir, biguman in. Sume da zanîn ku bi ser hesabên medya dîjîtal gefê li wan û rojnamegerên ku bûyerê lêkolîn dikin dixwin. Sume destnîşan kir ku ew ji ber gefan bêdeng nebin û dê ji bo rastî derkevin holê bixebitin. 
 
‘EV NE XWEKUŞTIN E, CINAYET E’
 
Dayika Dîlan Yildirimê Serpîl Sume de jî bilêv kir ku ew ji mirina keça xwe gelek xemgîn û hêrs bûye û anî ziman ku ev bûyer ne xwekuştin e, bi kuştina qestî ye. Dayik Sume wiha axivî: “Şêniyên taxê diçin li mala Yildirim û ji neviyê min re dibêjin ‘Çi bi dayika te hat?’ Neviyê min jî bersiva ‘Bavê min dayika min kuşt, xist hembeza xwe û bir ser cih’ daye. Ev ne xwekuştin e, cînayet e. Hêj 3 roj ser mirina keça min derbas bûbûn. Dema dozger hat li gund min gotinên wî yên ‘delîlan tune bikin’ bi xwe bihîst. Ez dixwazim ev kes cezayê ku pêwîst bigirin.” 
 
Cîranên Yildirimê gotin ku Yildirim ne yekî ku xwe bikuje bû, malbata hevjînê wê jê ra baş nebû û zextê lê dikirin.