Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin

  • jin
  • 15:26 4 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Faîl Mehmet Demîrhan ê li Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, hate girtin. 
 
Faîl Mehmet Demîrhan ê li taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, hate girtin. Faîl zêdetirî 3 mehan winda bû. 
 
Parêzera Kar, Eda Kar Bûrakmak diyar kir ku faîl hatiye binçavkirin û ji aliyê dozger ve sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin û dadgehê derbarê faîl de biryara girtinê da.