Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir

  • jin
  • 16:45 5 Cotmeh 2024
  • |

AMED - Li navçeya Sûrê Çawişê Pispor Mûhammed Recaî Işik, jina pê re zewicîbû, Bedriye Işıkê qetil kir.

Li navçeya Sûrê Amedê Çawişê Pispor Mûhammed Recaî Işik Bedriye Işık a pê re zewicîbû qetil kir. Recaî Işık piştî bûyerê xwe kuşt. Li gel agahîdayîna welatiyan, tîmên tenduristî û polîsan sewqî herêmê hatin kirin.

Li cihê bûyer lê qewimiye lêkolîn berdewam dike.