Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin

  • jin
  • 13:55 8 Cotmeh 2024
  • |
img
WAN - Komeke xwendekarên dibistana amadehî li navçeya Rêya Armûşê qetilkirina jinan protesto kirin. 
 
Komeke xwendekarên dibistana amadehî li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dijî qetilkirina jinan ku di demên dawî de zêde bûn, meşek li dar xistin. Xwendekaran xwestin ji Qada Beşyolê heta Cehdeya Sihkê bimeşin. Lê belê polîsan xwendekar asteng kirin. Xwendekarên bi saetan hatin sekinandin, piştî muzakereyan meşa xwe li dar xistin. 
 
Di meşê de dovîzên “Em ê hesaba her jina hûn tirsê pê didin hîskirin bipirsin”, “Em ne tolhildanê wekheviyê dixwazin” û “Ji bo her kesên çîroka wan nîvco hatiye hiştin” hatin hilgirtin. Xwendekaran gelek caran dirûşma “Na ji tundiya li dijî jinê re” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Çalakvan piştî meşê belav bûn. Polîsan jî dîmenên welatiyan bi telefonên xwe kişandibûn pê dan jêbirin.