Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn

  • jin
  • 12:26 9 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Newrozî û Sara Bêhberk du jinên hevalên hev in û li deverên rojhilatê Kurdistanê digerin û hem jiyana li gundan hem jî çanda li wir didin nasîn. 

Leyla Newrozî (32) û Sara Bêhberk (29) ji bajarê Pawe yê ser bi eyaleta Kirmanşahê ve hatine dinê. Newrozî û Bêhberk gelek karên xweşik û rindik dikin. Ewilî pirtûk kafe vedikin û paşê jî qenalek YouTube vedikin. 
 
Newrozî û Bêhberk bi cilên xwe yên kurdî kafeyê didin xebitandin. Her wiha her du jin xizmet û xebata xwe jî bi kurdî dikin. Her du jinan tevî xebitandina kafeye kanala YouTube jî bi rê ve dibin û jiyan û çanda li gundan didin nasîn û bi vîdeoyan erdnîgariya rojhilatê Kudistanê digihînin bînerên xwe. 
 
‘EM DIXWAZIN ERDNÎGARIYA XWE BIDIN NASÎN’
 
Nerwozî diyar kir ku ew û Bêhberk ji berê ve li cihên xwezayî yên herêmê digierin û got: “Em wek du heval û du hevpîşeyan, her tim li çiyayan, deştan û gundan geriyan. Me biryar da ku em xweza, gund, çêkirina qaweyan û vê erdnîgariya xweşik nîşanî dinyayê bidin. Me xwest em xweşikî û bedewiya herêma xwe bidin nîşandan.” 
 
‘WEK KARÊ ZILAMAN DÎTIN’ 
 
Newrozî destnîşan kir ku dema wan ku qenala xwe vekiriye hem bertekên erênî hem jî yên neyînî ji bo wan hebûne û got: “Gelek rexne li me dihatin kirin û gelek pesndayîn jî hebû. Digotin, ‘ev karê zilaman e’. Digotin divê jin li şûna li deşt û çiyayan bigerin, divê li mitbexa malê bixebitin.” 
 
‘EM ÇANDA XWE NÎŞAN DIDIN’ 
 
Newrozî anî ziman ku ew di vîdeoyên xwe de jiyana xwe û çanda rojhilatê Kurdistanê nîşan didin û wiha axivî: “Em di tevahiya vîdeoyên xwe de deşt, çiya û qadên kurdan û xweşikiya wê û mirovên wê didin nîşandan. Heke siberojê şertên me baş bibin, em ê li xwezaya çolterên herêmê bigerin û raberî temaşevanên xwe bikin.” 
 
‘EM DIXWAZIN ÇANDA XWE WINDABÛYÎ TOMAR BIKIN’ 
 
Sara Bêhberk (29) jî da zanîn ku ew li gundek bi ser bajarê Pawe ve hatiye din3e û li gund mezin bûye û wiha got: “Me xwest em ew deverên tên jibîrkirin tomar bikin û nîşanî bînerên xwe bidin. Me xwest ew deverên me zindî bimînin. Jiyana li gundan û çand û xwezaya Rojhilat her ku diçe tune dibe. Armanca me ew e ku em jiyana xwe ya li çiyayên Kurdistanê nîşan bidin. Jiyanek me ya bi windabûnê re rû bi rû maye, heye. Beriya ev tune bibe em dixwazin bi vîdoe û dîmenan tomar bikin û nîşanî cîhanê bidin.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu