STENBOL - Amadekariyên rêxistinên jinan ên ji bo 25'ê Mijdarê didomin. Endama AFK'ê Ferîde Eralp diyar kir ku wekî her sal ew ê dîsa li kolanan bin û parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen jî diyar kir ku yên ku welêt bi rê ve dibin ne xwedî îradeya xebitandina mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan e.
Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê re rêxistinên jinan lez dan xebatên xwe. Endama Kolektîfa Femînîst a Aralikê (AFK) Ferîde Eralp û Parêzer Dîren Cevahîr Şen asta tundiya li jinan tê kirin û qetlîamên jinan nirxandin.
'MÊR TUNDIYÊ WEKÎ MAFEKÎ DIBÎNIN'
Eralp anî ziman ku mêr tundiya li ser jinê wekî mafekî xwe dibînin û bi bîr xist ku di xwekuştinên mêran de pêşî jin û zarokên wan tên qetilkirin. Eralp got: "Jiyana jinê di nava sînorên jiyana xwe de xêz dike. Ji ber ku wisa difikire. Ev yek hem li Tirkiyeyê û hem jî li erdnîgariyên cuda heye. Dema ku hêrs dibin, dema ku tiryakê dikişînin, dema ku di warê aborî de ditengijin, jinan dikujin. Sedema vê patriyarka ye. Femînîst gelek sal in vê rave dikin û sedema bingehîn a ku tişta em rave dikin ev e ku ev têkiliyek hêzê ye. Sedema vê jî ew pergal e ku dihêle mêr jinan bieciqînin û hebûna xw ebidomînin."
'NEWEKHEVÎBÛN TUNDIYÊ ASAYÎ DIKE'
Eralp destnîşan kir ku pergala serdestiya mêr, fikra cudabûnê dide mêr û li gel vê berpirsyariyê dide ser milê jinan û got: "Çendî ku feminîst balê dikişînin ser qanûnê jî, tiştek nayê kirin û îro hê jî tiştekî nayê hejandin heye: Tişta nayê hejnadin jî ew e ku gava mêr dibîne bi ya wî nayê kirin mafê tahdeya li jinê di xwe de dibîne. Lewma ev meseleyeke serdetsiyê ye. Heya ev newekhevî ji holê neyê rakirin û em wkeî ferdên serbixwe neyên qebûlkirin wê ev tundî bê asayîkirin."
'DIVÊ HER AWAYÊ TUNDIYÊ BÊ BERBIÇAVKIRIN'
Eralp bilêv kir ku ew gava yekem a têkoşînê di binavkirina tundiya mêr de dibînin û got ku civak berteka xwe ya li hemberî tundiyê bi dûrxistina wê ya ji jiyana xwe dinirxîne. Eralp destnîşan kir ku divê her awayê tundiyê bê berbiçavkirin û got ku ew feminîst hay jê hene ku di vî warî de peywireke girîng li pêşiya wan e.
Eralp diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê ya li kolanan gelekî girîng e û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan. Eralp bilêv kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr, li dijî asayîkirina tundiyê li qadan bin.
'TUNDIYA MÊR TÊ ZINDÎKIRIN'
Dîren Cevahîr Şen anî ziman ku bêcezakirina bi awayekî sîstematîk tê meşandin polîtîkayek e û got ku jin bi mekanîzmayên parastin-pêşîlêgirtinê yên li hemberî tundiya li ser wan paş ve tên şandin. Şen bilêv kir ku jinên rastî tundiyê tên ji qereqolan paş ve tên şandin û di edliyeyê de rastî zehmetiyên cidî tên. Şen got ku a rast tundiya mêr tê zindîkirin û piştgirîkirin, ji lew re mêr dizanin wê tiştek neyê serê wan.
'GER JIN NEKUJIN WÊ DI GORÊ DE BIN'
Şen bilêv kir ku polîtîkaya dijminatiya jinan dike tê meşandin û jin ji ber ku mekanîzmaya pêşîgirtina li tundiyê tune ye, ji bo nemirin dem bi dem dikujin û got: "Eger jinên ku îro ji ber cinayeên jinan ne di nava me de ne, hinekş bisiûd bûna wê karibûna jiyana xwe xelas bikirana. Belkî mêrên wan, mêrên wan ên berê, evîndarên wan ên berê û dergistiyên wan nejiyana. Yan jî bereva jî vê, jinên xwedî li jiyana xwe derdikevin ne li ser sendelyeya bersûc bûna, wê di goristanê de bûna. Lewma divê mekanîzmayên pêşîgrtina li tundiyê bên xebitandin, lê vîneke wiha ya kesên welêt bi rê ve dibin tune ye. Tundiya li hemberî jinê jî, cinayetên jinan jî û dijminatiya li hemberî jinan jî polîtîk e."
'HER KES HAY JI TUNDIYÊ HEYE'
Şen bi bîr xist ku Kolektîfa Femînîst a Stenbolê berê li ser jinên ku jiyana xwe ji dest dane xebatên xwe dimeşandin û diyar kir ku ew wekî parêzerên femînîst dozên jinên ku neçar mane mêrê ku bi awayekî sîstematîk tundiyê li wan bikin bikujin dişopînin. Şen bilêv kir ku di raya giştî de doza herî berbiçav doza Nevîn Yildirimê ye û pê de çû: "Ligel vê mînakên wekî Çîlem Dogan, Name Ozturk, Yasemîn Çakal, Aylîn Işikê jî hene. Ev jin di jiyana xwe de ji aliyê mêran ve rastî tundiyeke pir giran tên û mekanîzmayên parastinê yan tên bicihanîn yan jî nayên bicihanîn. Wekî mînak dema yek ji van jinan rastî tundiyê tê, gazî polîs dikin, lê polîs binçavkirinê nake. Mekanîzmaya parastinê nexebitînin û ev jin bi awayekî çena wan şikestî li korîdorên edliyeyê digerin da ku biryara parastinê bi dest bixin. Her kes hay ji vê tundiyê heye; wezareta têkildarî jî, amirên milkî jî, polîs û cendirme jî û yên welêt bi rê ve dibin jî."
'EM MECBÛR IN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BILIND BIKIN'
Şen diyar kir ku divê destkeftiyên jinan ên hatine desteserkirin paşve bi dest bixin û bi pêş bixin û got ku pêwîstî bi têkoşîneke hevpar û yekgirtina jinan heye. Şen bal kişand ku şert û mercên zexta siyasî ya li Tirkiyeyê bandorê li tevgera femînîst û tevgera jinan dike û wiha got: “Hewl didin ku li pêşiya şert û mercên daketina kolanan, axaftinê û xwedîderketina li her kesî astengiyê deynin. Ya din, ji ber ku bi rastî jî dixwazin jinan di dîzayn bikin, heya ku jin neyên dîzaynkirin wê desthilatdariya zilam qels be. Divê em pergala serdest a mêrî hilweşînin û jiyanek ku jin tê de wekhev bijîn ava bikin. Divê em ji bo mafên jinan, wekhevî û azadiyê bên cem hev û têkoşîna xwe berfireh bikin."