Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e

  • jin
  • 09:12 11 Çile 2025
  • |
img

WAN - Hat îddîakirin ku Havîn Aşkan a ku bejna wê 1,76 bû xwe bi derî derî ve daleqandiye û xwe kuştiye. Malbatê der barê çawîşê pispor ê ku keça wan pê re zewicî bû, bi sûcdariya "kuştina plankirî" gilî kir.

Dayika zarokekî Havîn Aşkan Tektaş (25) ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê dijî, di 24'ê Kanûna 2024'an de di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Çawişê pispor Îbrahîm Tektaş ê ku Havîn Aşkan Tektaş 4 sal pê re zewicandî ma, roja bûyerê telefonî malbatê kir û got: "Keça we bi destmalê xwe bi deriyê odeyê daleqandiye." Cenazeyê Havîn Aşkan Tektaş li navçeya Elkê a Şirnexê bi merasîmekê hat definkirin. Çawîşê pispor ê ku pê re zewicandîbû, beşdarî merasîma cenaze nebû.
 
Di rapora otopsiyê de li her du dest û lingan û her wiha li ser çav reşbûyîn hatin tespîtkirin. 
 
GILIYÊ ÇAWÎŞÊ PISPOR KIRIN
 
Bavê Havîn Aşkan Tektaş Mustafa Aşkan der barê Çawîşê Pispor Tektaş ê ku ji mirina keça xwe berpirsyar dîbîne, bi îdîaya "kuştina biqesdî" serî li Serdozgeriya Komarê ya Elkê da. Bav Aşkan di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi çawîşê pispor re û wiha got: "Ji min re got ku keça min xwe bi destmalê bi derî ve daliqandiye. Lê belê ev îfadeya zavayê min bi min rast nayê. Ger keça min di apartmaneke 1+1 de xwe kuştibe jî, kesê xwe bikuje dengnan derdixe. Lê ev kesê li malê pê nehesiyaye. Ev bi min rast nayê." 
 
'QAMA KEÇA MIN 1.76'
 
Aşkan anî ziman ku bejna keça wî 1,76 bûye û nabe xwe bi destiyê derî ve daliqandibe û got ku çawîşê pispor dixwaze mirina keça wî wekî "xwekuştinê" bide der. 
 
ÇAWÎŞÊ PISPOR: NIGÊN WÊ DIGIHÎŞTIN ERDÊ
 
Çawişê pispor Tektaş ê ku îfadeya wî wekî gumanbar hat girtin, îdia kir ku bi dengê giriyê zarokê xwe şiyar bûye û dema rabûye Havîn Aşkan Tektaş bi derî daleqandîbûye. Tektaş wiha got: "Hevjîna min desmala xwe bi deriyê odeya razanê ve girêdabî û xwe daleqandibû. Min di cî de ew ji wir xelas kir û li erdê dirêj kir. Min carekê dest dayê ku ger sax be bila bi xwe ve bê. Lê belê min fêm kir ku miriye. Gava min ew dît nigên wê digihîştin erdê." 
 
PARÊZER DERE: DOSYE Û PÊVAJO NE BÊXWEDÎ NE
 
Parêzerê malbatê Ûgûr Dere yê ku me der barê bûyerê de hevdîtin pê re kir diyar kir ku dosye li Îzmîrê dewam dike û ji bo lêpirsîneke bibandor bê meşandin daxwazên wan hene. Parêzer Dere diyar kir ku wan ji dozger xwestiye ku li ser telefonan lêkolînê bike. Dere destnîşan kir ku dosyeyê  ne bêxwedî ye û ji nêz ve dişopînin. 
 
Her wiha malbata Havîn Aşkan Tektaşê serî li Komeleya Jinan a STARê da û doza alîkariya hiqûqî kir. 
 
MA / Rûken Polat