Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin

  • jin
  • 10:58 12 Çile 2025
  • |
img

AMED - Şaredariya Peyasê ya DEM Partiyî dê di 14’ê Çileyê de “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” veke. 

Şaredariya Peyasê ya Amedê ya DEM Partiyî dê di 14’ê Çileyê de “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” veke. Kampanyaya bexşan a ji bo pirtûkxaneyê didome. Bi vekirina pirtûkxaneyê tê armancakirin ku jin bi hev re bixwînin û nîqaşan bikin. Di pirtûkxaneyê de dê berhemên nivîskarên jin, xebatên lêkolîn û lêhûrbûnê, broşûrên sazî û rêxistinên jinan, rapor û materyalên jinan cih bigirin. Her wiha dê atolyeyên Jineolojiyê jî bên lidarxistin. Navê pirtûkxaneyê dê bi biryara hevpar a jinan bê diyarkirin. 
 
‘EM Ê HEMÛ BERHEMAN BÊN BA HEV’ 
 
Midûra PolÎtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger diyar kir ku armanca wan a ji vekirina pirtûkxaneyê ew e ku kêmbûna berhem û navendên hafizeyan ên jinan a li seranserî cîhanê ye. Hediye Guneş Zenger, wiha domand: “Gelek berhemên nivîskî û yên nehatin nivîsandin ên jinan hene. Em dixwazin tevekan kom bikin. Her wiha qadên xebatê yên taybet û xweser ên jinan pir kêm in. Me jî weke proje ev danî pêşiya xwe û dê vekin. Me pirtûkxane, di çarçoveya kampanyaya pirtûkan de vekir. Dê ev kampanya bidome. Dê ev der nebe pirtûkxaneyeke standart a aydê Şaredariya Peyasê. Dê bibe navenda hafizeyê. Lewma dê saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê navê wê diyar bikin.” 
 
‘DÊ ATOLYEYÊN JINEOLOJIYÊ BÊN LIDARXISTIN’
 
Hediye Guneş Zenger, da zanîn ku weke ewil dê pirtûkxane 5 rojên hefteyê saet di navbera 08.00-17.00’ê de vekirî bin û wiha got: “Dê li vir her wiha panel, gotûbêj, wêjeya nivîskî û devkî û atolyeyên Jineolojiyê bên lidarxistin. Ev dê her hefteyê bên plankirin. Em dixwazin jin xwe bikarin bigihînin her çavkaniyekê. Em banga xwedîderketina li pirtûkxaneyê li her kesî dikin. Ji 7 salî heta 70’ê salî her jin dikarin vê pirtûkxaneyê bi kar bînin. Gelek jin hene ku xwendin û nivîsandina wan nîne lê gelek zana ne. Em ê bi wan re xebatan bikin û veguherînin berhemên nivîskî. Bi vê yekê re em dixwazin ji nifşên nû re bihêlin.”
 
MA / Heval Onkol