ESKÎŞEHÎR - Endamên Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê diyar kirin ku armanca wan bi kampanyaya "Ez Te Dibînim, Bi Te re Me" ew e ku li dijî tundiya mêran hevgirtina bi jinan re xurtir bikin û gotin: "Em dixwazin werin cem hev û xeta xweparastinê ya hestyarî û hevgirtinê ava bikin."
Li welat tundiya mêr zêde dibe û jin li dijî newekheviya zayendî têdikoşin. Di sala 2024'an de 394 jin hatin qetilkirin, 259 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî vê rewşê, Tora Parastina Jinê di Mijdara 2024'an de bi ser navê"Li dijî fermana tundiya mêr serhildan, berxwedan, hevgirtin! Ez dibînim, ez bi te re me" kampanyayek da destpêkirin.
Jin di çarçoveya kampanyayê de armanc dikin ku tundiya ku tê jiyandin eşkere bikin û hevgirtinê xurt bikin. Endamên Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê Sîbel Gunduz Koca, Evren Ozcan û Gulûş Saç têkildarî kampanyayê axivîn.
JI JINAN RE NAME
Sîbel Gunduz Kocayê anî ziman ku baviksalarî her roj tundiyê ji nû ve ava dike û got ku li qadên jiyanê yên curbicur tundî tên jiyîn. Sibel Gunduz Kocayê got: "Pêşniyaza me em ji jinan re nameyan binivîsin. Me bi hevgirtina hestên xwe û tundiya ku me dît, dest bi nivîsandina nameyan kir. Ez jî rastî tundiyê têm, hemû hevalên me rastî tundiyê tên. Kampanyaya me ya nameyan wê heta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bidome. Straneke me ya bi navê 'merheba' heye. Belavokên me bi gotina 'Merheba tu çawa yî?' dest pê dikin. Ger em van belavokan têxin zerfekê û ji hemû jinan re bişînin, bi milyanan jin hene ku wç xe bihêz û baş hîs bikin."
Evren Ozcanê anî ziman ku di serdemeke ku tundî zêde dibe de ne û bal kişand ser sala 2025'an ku Serokkomarê AKP'î Erdoganw ê wekî "Sala Malbatê" îlan kiriye. Evren Ozcanê got: "Cihê ku dewlet jê re dibêje 'malbat', ji bo me veguherîne cihê mirinê. Têkoşîna gelê kurd heye, têkoşîna dayikên şemiyê heye. Ev hemû mîrateyên me ne, navendên me yên berxwedanê ne. Em jin tenê naqîrin, em li cem hev in jî. Em hev du digirin. Ji lew re di vê civakê de dê dewlet, hiqûq, aktorên siyasî me neparêzin. Bendewariyeke me ya wiha jî tune ye."
Endama Tora Parastina Jinê ya Eskîşehîrê Guluş Saçê jî bal kişand ser xurtkirian xweparastinê û got ku di vê çarçoveyê de divê jin bên cem hev du.