Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin

  • jin
  • 09:01 18 Sibat 2025
  • |

ŞIRNEX - Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku gava ewil a pêngava ku TJA daye destpêkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingeha qanûnî neyê avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 5'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Jin ji bo azadiya Serokatî, ji bo çand û zimanê Kurdî, li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin" pêngaveke nû da destpêkirin. Armanca jinan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
 
Berdevka TJA'yê ya Şirnexê Adalet Çîmen Fîdan li ser girîngî û naveroka pêngavê axivî.
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
 
Adalet Çîmen Fîdanê bal kişand ku Rêberê PKK'ê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û got: "Bandora tecrîdê li ser civakê tê hîskirin. Mirov dikare bibêje ku herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Yek ji rojeva girîng a konferansa TJA'yê rakirina tecrîdê bû. Di vê çarçoveyê de çareseriya pirsgirêka kurd a di çarçoveya pêngaveke aştiyane de hat nîqaşkirin, destpêkirina têkoşînê bû."
 
Adalet Çîmen Fîdanê diyar kir ku divê têkoşîna jinê li hemû qadên civakê xurt bibe û got ku çareseriya li dijî kapîtalîzmê konfederalîzma jinê ye.
 
Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ew ê têkoşînê berfireh bikin û got: “Rêxistina jinan wê rêxistinbûna ciwan û civakê bi xwe re bîne. Tundî, tacîz, destavêtin a li ser jinan û tunekirina ekolojiyê roj bi roj zêde dibin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêwîstî bi xurtkirina rêxistinê heye. Piştî demeke dirêj bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin. Birêz Ocalan bi rêya Şandeya DEM Partiyê anî ziman ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk gav bên avêtin û got ku ew di vê mijarê de amade ne. Lê pêvajo bi gavên yekalî pêş nakeve û nikare çareseriyekê bibîne. Pêwîst e partiya desthilatdar û partiyên muxalif jî di vî warî de gavan bavêjin. Rakirina tecrîdê gava yekem a pêngava me ye." 
 
‘DIVÊ HEMÛ JIN CIH BIGIRIN'
 
Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û avêtina gavên samîmî ji aliyê hikûmetê ve ji bo pêvajoyê gelekî girîng in û wiha dewam kir: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingehên qanûnî neyên avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin. Pêwîst e her kes beşdarî çalakiya ku me daye destpêkirin bibe û ramanên xwe parve bike. Li her mal, tax, kuçe û bajarekî wê tu kes ji vê tevgerê bêpar nemîne. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû jin destê xwe bidin hev. Ev ne tenê pirsgirêka Kurdistanê ye. Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê û rakirina tecrîdê divê jinên li dîasporayê, yên li Tirkiyeyê bibin yek û xebatên xwe xurtir bikin. Em ê li her qadê bi çalakiyên xwe hebin. Birêz Abdullah Ocalan fikr û ramanên xwe ji bo hemû gelan parve dike. Lewma divê ev bar ne tenê li ser milê jinan û gelê kurd be. Divê tirk, ereb û gelên li Rojhilata Navînê dijîn di vê pêngavê de cih bigirin û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bixebitin. Ev berpirsiyarî ji 7 heft saliyan heta 70'ê saliyan ya her kesî ye. Her kesê ku dixwaze di nava aştî û şert û mercên wekhev de bijî divê di vê pêngavê de cihê xwe bigire.”