Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin

  • jin
  • 10:14 15 Îlon 2025
  • |
img

STENBOL - Lîstikvana îranî Shaghayegh Norouzi, diyar kir ku berxwedana “jin, jiyan, azadî” ku 3 sal li pey xwe hişt, jin veguherand kirdeyê û got: “Jin êdî li benda guherînê nînin, ava dikin.”

 
Bi ser qetilkirina Jîna Emînî re 3 sal derbas bûn. Piştre jî bi çalakiyên "Jin, jiyan, azadî" re berxwedan û ruhekî serhildêr ê civakî hişt. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku ji Îranê ber bi hemû cîhanê ve weke “manîfestoya azadiyê” belav bû, bû çavkaniya çalakiyên jinan û têkoşîna azadiyê. 
 
Lîstikvana Îranî û aktîvîsta feminîst Shaghayegh Norouzi, têkildarî berxwedana "jin, jiyan, azadî" û têkoşîna jinan axivî. 
 
'JÎNA BÛ ÇIRÛSKEK KU HÊRSA GEL VÊXIST’ 
 
Shaghayegh Norouzi, diyar kir ku berxwedana "jin, jiyan, azadî" ne tenê encama mirinekê bû lê di encama înkarkirin û bêdengkirina jinan de derket û got: “Mirina Jîna Emînî, bû çirûskek ku hêrsa bi sala bû di nava civakê de kom bûbû vêxist. Tevgera Jînayê, encama rêxistiniya bi salan a binerd, çîrokên tundiya zayendî, tecrûbeyên zextê û perwerdeyên feminîst bû. Jîna, tekane bûyerek bû lê tişta rê li ber serhildanê vekirî, westîbûna kûr a jinan a ji dûsa dubarebûna bûyerê bû. Dewletê wê rojê jinek kuşt lê civakê fêm kir ku ev ne kuştineke îstîsna ye, qeydek e. Heke jiyaneke mirovane be, diviyabû ev bi têkoşîna azadiya jinê dest pê bikira.” 
 
'JIN VEGUHERÎN KIRDEYÊ’ 
 
Shaghayegh Norouzi, destnîşan kir ku jinan pêşengtiya berxwedana "Jin, jiyan, azadî" kirin û wiha pê de çû: “Şêwe û amûrên berxwedanê jî pêş xistin. Di dîroka Îranê de cara ewil pêşengtiya serhildanê ne ji sirgunê ne jî ji leşker û zilaman bûn. Ji dibistanên keçan, ji kolanên taxên hejar û ji trîbûnên stadyuman derket. Jin ne li paş, li herî pêş bûn. Lê pêşengtiya jnan ne tenê ew bû ku li kolanan hebin, dixwestin çîroka siyasî biguherînin. Jin, veguherandin kirdeyê.” 
 
Shaghayegh Norouzi, da zanîn ku piştî berxwedanê jiyana jinan jî guheriye û wiha pê de çû: “Ne di mijara bidestxistina mafên qanûnî, di mijara xwefêmkirinê de guhertin çêbû. Fêm kirin ku madem pergala hiqûqî û siyasî naguhere, wê demê divê ew qeydên lîstikê biguherînin. Jin êdî ne temaşevean, ên biryarê didin û siyasetê diafirînin in. Hinek bandor li zilaman jî kir lê bi giştî çênebû. Jin êdî ne li benda guherînê ne, ava dikin.” 
 
'BERXWEDANA LI DIJÎ ŞER JÎ HEYE’
 
Shaghayegh Norouzi, got ku berxwedêriya jinan rejîm tirsandiye û axaftina xwe wiha qedand: “Girtina jinên ciwan, cezayên darvekirina jinên aktîvîst... Ev tevek nîşan didin ku rejîm ne tenê ji protesteyan lê ji hêza fêmkirin û pêşengtiyê ya jinan jî ditirse. Ev tirs veguherî tundiyê. Êdî rejîm jinê, weke gefeke stratejîk dibîne. Piştî berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’, êdî jin bûn aktorên siyasî yên herî tûj. Di her qadê de jin eniya pêş a siyasetê ne. Ji bo êrişên Îsraîlê jî jin dibêjin ‘dijminê dijminê min dostê min nîne.’ Jin dibêjin ‘bombebaran nakeve şûna demokrasiyê, azadî bi dagirkeriyê nayê.’ Jin ne tenê li dijî Komara Îslamî ye, her wiha li dijî emperyalîzm, nîjadperestî, newekheviya aborî û sorkirina şer jî ye û li ber xwe dide. Berxwedana jinên Îranî ne tenê ji bo azadiya bedena xwe, ji bo paşvestandina pêşeroja xwe ya bi dehan sala ye hatiye girtine jî.” 
 
MA / Yeşîm Tukel