Li Tetwanê bi ser malan de girtin

  • rojane
  • 10:24 23 Cotmeh 2024
  • |
img
BEDLIS - Îro di danê sibehê de li navçeya Tetwanê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de herî kêm 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Tetwan a Bedlisê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de kesên bi navên Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz, Milazim Aysal û Diyar Aysal hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de polîsan derî şikandin, alav û amûrên welatiyan belav kirin û dest danîn ser gelek pirtûk û materyalên dijîtal. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.