Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 16:00 6 Mijdar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li Kerboranê di qezaya trafîkê de ku rû da ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. 
 
Li navçeya Kerborana Mêrdînê şofêrê wesayîtekê ji kontrolê derket û wesayîtê qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê rizgariyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
Di wesayîtê de 8 kes hebûn. Halîm, Hatîce û Eyup Tan ên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar û miriyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. 
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.