Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin

  • rojane
  • 11:28 20 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Li gorî Serokatiya Meclisê, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi giştî 5 hezar û 216 serlêdan ji bo ÎHÎK’ê hatine kirin û ji van tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş di 8’ê cotmehê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê. Meral Daniş Beştaş di pêşnûmepirsê de ji Serokatiya Meclisê pirsî bû bê ka binpêkirinên di serlêdanên parlamenteran û xizmên girtiyan ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) kirin de cih girtin, hatine sererastkirin an na. 
 
5 HEZAR Û 216 SERLÊDANÊN BINPÊKIRINAN
 
ÎHÎK’ê demekî nêz berê bersiv da pêşnûmeyê. ÎHÎK’ê diyar kir ku di nava 11 mehên dawî de têkildarî binpêkirinên mafan de 5 hezar û 216 serlêdan ji komîsyonê re hatine kirin. Bi domdarî hate gotin ku ji van serlêdanan hezar û 104 jê ji hêla parlamenteran ve hatine kirin û bi giştî 4 hezar û 944 jê hatine qebûlkirin. 
 
MHP’Ê TU SERLÊDAN NEKIRINE, AKP’Ê TENÊ SERLÊDANEK KIRIYE 
 
ÎHÎK’ê di bersiva xwe de diyar kir ku AKP û Partiya Îyiyê di nava 11 mehan de tenê carekê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan de serî li komîsyona wan dane, MHP’ê tu serlêdan nekirine û CHP’ê jî 12 serlêdan kiriye. 
 
HERÎ ZÊDE DEM PARTIYÊ SERLÊDAN KIRIYE 
 
Partiya herî zêde ji ber binpêkirinan serlêdan kirî jî DEM Partî ye. DEM Partiyê di nava 11 mehan de hezar û 81 serlêdan kiriye. 
 
SERLÊDANÊN JI KOMÎSYONA JÊR RE HATINE ŞANDIN TUNE NE 
 
Di bersivê de hat gotin ku ji bo lêkolînkirinê heta niha tu serlêdan ji Komîsyona Jêr re nehatine şandin. 
 
TENÊ 22 JÊ HATINE LÊKOLÎNKIRIN
 
Hat destnîşankirin ku şandeyeke di bin sîwana Komîsyona Jêr a Hikûmxwar û Girtiyan de, di tevahiya 11 mehan de tenê li 15 cihan di cih de lêkolîn kiriye. Her wiha hat gotin ku Komîsyona Jêr a Mafên Zarokan jî 7 caran di cih de lêkolîn kiriye. Hat diyarkirin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan 130 pêşniyarqanûn ji komîsyonê re hatine şandin lê li ser van pêşniyarqanûnan hevdîtn nehatine kirin. 
 
MA / Mehmet Aslan