MÊRDÎN - Jinên ku li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman meşiyan, wiha gotin: “Hûn dê nekarin qeyûman tayînî jiyana me, mafên me û xeyalên me bikin.”
Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, meş li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Parlamenter Saliha Aydenîz, aktîvîstên Tevgêra Jinen Azad (TJA), siyasetmedar Çaglar Demîrel, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn. Jinên li Taxa Stasyonê hatin gel hev, ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Hûn nikarin qeyûman tayînî jiyana me, mafên me, xeyalên me bikin” hate hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin”, “Jin bi hev re bihêz in” û “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” hate berzkirin.
Jên ku hatin ber şaredariyê li wir daxuyanî dan çapemeniyê.
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Di daxuyaniyê de Hevşaredar Devrîm Demîr diyar kir ku hevgirtina jinan hêzeke mezin e û wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo nasnameya xwe wê bidome. Zêdeyî mehek derbas nebû, îmhakirina xebatên jinan ji aliyê qeyûm ve dest pê kir. Projeyên me yên ji bo jinan û hemû projeyên me yên 25’ê Mijdarê rawestandin. Her roj jin tên qetilkirin, em zîhniyeta wan kesên ku ji bo pêşî li qetilkirina jinan vekin projeyên me disekinin dizanin. Em dizanin zîhniyeta yên ku naxwazin jin di nava civakê û şaredariyê de bi dengekî bilind biaxivin ji ku tê. Têkoşîna ku em bi sedsalan li dijî vê zîhniyetê didin meşandin wê bidome. Çawa ku bi salan e me serî netewand, em ê niha jî serî netewînin.
Helbet hedefa pergala qeyûman pergala hevserokatiyê ye. Weke hêmaneke girîng a armanca tecrîdkirina jinê ji jiyana giştî tê hedefgirtin. Înîsiyatîfa girtina kreşên şaredariyê bi rastî jî beşek ji heman armancê ye. Polîtîkayên wesayetê, mîna her gava paşveavêtinê bi mebesta girtina jinê di rola kedkara malbatê ya bê heqdest de, desteserkirina maf û îradeyê ye. Lê yên ku difikirîn niha bi ser ketine, dê wekî hemû dagirkeran winda bikin. Em ji vir careke din bang li we dikin. Hûn ê nikaribin li ser jiyana me, mafên me, xewnên me qeyûman tayîn bikin.”
‘QEYÛM DERBEYEKE LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINA YE’
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz jî ev tişt anî ziman: “Pergal ji yekitiya jinê ditirse û ji ber vê jî herî zêde tundî û zextan li ser jinan dike. Qeyûm derbeyek e li dijî destkeftiyên jinan e. Di hemû rewşan de yekane armanca qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan bû. Qeyûm, derbeyeke li dijî azadiya jinê û êrikirina ser jin û kurdan e. Li aliyekî dê destê aştiyê dirêj bikin û li aliyê din jî hûn ê li Mêrdîn, Xelfetî, Êlih, Miks û Esenyurtê qeyûman tayîn bikin. Li aliyê din hûn ê êrişî şoreşa jinê ya ku li Rojava mezin dibe bikin. Heman êrişa 2014’an a DAIŞ’ê îro li dijî Rojava tê kirin. Derbeya qeyûman û operasyonên siyasî yên li vir hatin kirin, ji êrişên îro li dijî Rojava ne cuda ne. Heman siyaset e, heman dijminatî ye. Fermana êrîşên li ser Rojava û tayînkirina qeyûman jî heman zîhniyetê daye. Çawa ku şoreşa jinê ya Rojava jiyana civakî ava dike, em ê jî hemû destkeftiyên xwe berfirehtir bikin. Divê saziyên navneteweyî û yên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî vê yekê bêdeng nemînin."