ŞIRNEX - Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Silopiyayê hatin protestkirin. Di çalakiyê de banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Silopiyayê tekildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hat hilgirtin û dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin bezkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de anî ziman ku bi êrişan deskeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tên girtin û wiha got: “Em bang li hemû dinyayê dikin. Li Rojava li pêş çavê hemû dinyayê şerê mirovahiyeyê hat dayin. Îro parastina Rojava ne tenê berpirsyariya gelê Rojava lê berpirsyariya hemû dinyayê. Li dijî van êrişan divê em tifaka xwe çêbikin û dest bidin hevdû.”
'ROJAVA NE BI TENÊ YE'
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bi lêv kir ku komên paramîlîter ên êrişî Helebê kirin, berdewamiya DAIŞ’ê ne û wiha pê dê çû: "Bi van êrişan tê xwestin ku Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew bûyerên ku li Rojava û Sûriyeyê diqewimin, raste rast giredayî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ne. Ev şer, li Rojhilata Navîn pêk te. Bi vî şerî dixwazin gelan bifetisînin. Yên ku li dijî vî şerî dertên jî weke Şoreşa Rojava dibin hedef. Dema DAIŞ’ê li Mûsilê dest pê kir û berê xwe da Kobanê, îro jî li Helebê dest pê kirin û berê xwe didin Minbicê. Ew yek ne tiştekî rasthatî ye. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ew êriş ne ji aliyê mislimantî û ne jî ji aliyê mirovatiyê vê nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê divê li dijî vê qeyranê bêdeng nemînin. Divê gelê Kurd bizanê ku Heleb, Amed e. Parastina destkêftiyên Kurdan erka her Kurdekî ye. Bi rihê Kobanê li Rojava seferberî hat ragihandin. Divê li her deverî Kurd deng bidin dengê yekitî û Rojava. Em li şoreşa Rojava xwedî derkevin. Şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Parastina wê ya mirovahiyeyê tevahiyê ye. Bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşa Rojava li dinyayê bûyê mînak. Yên ku dixwazin vê mînakê ji holê rakin. Rojava ne bi tenê ye. Gelê Kurd ne bi tenê ye. Em ê destkêftiyên Rojava li her derê biparêzin."
Daxuyanî bi çêpik û dirûşman bi dawî bû.