Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e

  • rojane
  • 16:02 2 Kanûn 2024
  • |
img

WAN - Çalakiyên protestokirina qeyûm ên li Miksê di roja 4’emîn de didomin. Di çalakiya îro de wiha hate gotin: “Qeyûm, nelirêtî û talan e.” 

Di 29’ê Mijdarê de li Şaredariya Miksê ya Wanê qeyûm hate tayînkirin û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 4’an de didomin. Gelek kesên beşdarî nobetê bûn pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hilgirtin û ji pêşiya avahiya DEM Partiyê heta pêşiya şaredariyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Gelê kurd ranezê xwedî li îradeya xwe derkeve” û “Qeyûmê dizek” berz kirin. 
 
BANGÎ QEYÛM KIRIN: BICEHIME HERE!
 
Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez di çalakiyê de bangî qeyûm kir û wiha got: “Destê xwe ji ser hilbijartiyên me bikişînin û ji bajarên me bicehimin herin.” 
 
Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir jî got: “Tavilê ji şaredariya me derkevin, vî gelî bersiva pêwîst di hilbijartinên 31’ê adarê de da we. Bi tayînkirinan hûn şaredariyên me xesp dikin û gelê me ceza dikin. Em ê li dijî vê zîhniyeta qirêjî bisekinin.” 
 
Hevşaredara Miksê Nebahat Benek jî ev tişt anî ziman: “Em ji kevneşopiyeke serî natewîne tên. Ma hûn dibêjin qey dê li van şaredariyên we veguherandine qereqolan xizmetê bikin? Tekane tişta niha qeyûm dixwaze bike ew e ku dîroka xelkê Miksê tune bike û ceza bike. Dê qeyûm biçin, gel dê dîsa were.” 
 
'EV GEL WE BI NELIRÊTIYÊN WE NAS DIKE’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî bi bîr xist ku ev sê serdemin li şaredariyan qeyûm tên tayinkirin û wiha got: “Destekftiyên gelê Kurd xesp dikin. Em ê van saziyên xwe yên bi saya ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin radestî we nekiğn. Ma çi rewatiya qeyûmên we heye? Mal bi mal bigerin bê ka kîjan welatî qeyûman nas dike? Ev gel tenê we bi dizî, nelirêtî, xesp û talanê nas dike.” 
 
'EY TALANKERNO, ŞERM BIKIN’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî got: “Madem dê we îradeya gel tune bihesibanda wê demê we çima hilbijartin kir? Ey dizîkerno, ey talankerno, şerm bikin. We îradeya bi hezaran miksiyan dizî, we îradeya wan xesp kir. Ma hûn dibêjin qey em ê vê qebûl bikin? Wisa xuya dike ku we hêj ev gelê birûmet nas nekiriye. Tekane armanca we ya vê xespê talan û nelirêtî ye.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar jî wiha got: “Qeyûm, talan û kedxwarî ye. Par li vê derê 42 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Qeymeqamê navçeyê bi kîjan rûyî tê li ser kursiyê rûdine? Dê ji bo dizî û talanê rûn e. Ne ji bo xizmetê. Tekane tişta zîhniyeta AKP’ê dizane, dijminatiya kurdan e. Gelê kurd ev sed sal in li dijî zîhniyeta we ya mêtinger li ber xwe dide û dê li ber xwe bide. Gelê kurd dê dev ji têkoşînê bernede.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî wiha got: “Qeyûm, êrişeke li dijî ziman û çanda kurdî ye. Gelê kurd dê serî li ber we netewîne. Duh çawa li ber xwe da be dê îro jî li ber xwe bide.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.