COLEMÊRG – Gulşen Geylanî, dayika Samî Geylanî yê ku berdana wî 2 salan hat taloqkirin û di hucreya yekkesî de tê girtin, got: "Bi salan e têra xwe îşkence hat kirin. Divê êdî dawî li van pêkanînan bê û kurê min bê berdan."
Bi "Rêziknameya Der Barê Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirin û Nirxandina Hikumxwaran de" ku ket meriyetê, ji sala 2020'an û vir ve tehliyeya 8 hezar û 521 kesan hat taloqkirin. Yek ji kesên ku bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî hatiye taloqkirin jî Samî Geylanî ye. Geylanî ku di sala 2010'an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi îdiaya "rêveberê rêxistinê" hat girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di sala 2022'yan de cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana wî tim ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ve tê taloqkirin.
Geylanî, li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê tê girtin. Dêya wî ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijî, kurê wê bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand wê.
Gulşen Geylaniyê diyar kir ku kurê wê ragihandiye ku gardiyan zextê li girtiyan dikin. Gulşen Geylaniyê bertek nîşanî zextên li ser girtiyan da û got: "Kurê min nêzî 15 sal in girtî ye û di vê heyamê de gelek caran rastî polîtîkayên sirgûnê hatiye. Ji sirgûna 2022'an û vir ve di hucreya yek kesî de tê girtin. Di hevdîtina bi rêya telefonê de di ya dawî de, got ku di odeya hucreyê de pencereyeke biçûk heye, lê ji ber dinya sar e nikare paceyê veke. Got ku gava paceyê venake bêhnê nastîne. Ya tê kirin zilm e. Madem ceza dane, qet nebe bila wan rihet berdin."
'2 SAL IN BERDANA WÎ TÊ ASTENGKIRIN'
Gulşen Geylaniyê bang li rayedaran kir ku bila kurê wê bînin girtîgeheke nêz wê û dawî li zext û muameleya xerab a li ser wî tê kirin û wiha got: "Wekî dayikekê dilê min êdî nikare li ber vê zilmê xwe ragire. Kurê min jî nayê berdan. Tevî ku diviyabû di sala 2022'yan de bihata berdan, hat sirgûnkirin û ew birin hucreyê. Divê êdî ev yek bê rawestandin û kurê min bê berdan."
Gulşen Geylaniyê diyar kir ku pêkanînên tên kirin ne hiqûqî ne jî wijdanî ne û got: "Tu kes van zextan qebûl nake. Em dayik in, dilê me diêşe. Çi ji zarokên me dixwazin?" Kurê min bi salan hat sirgûnkirin, niha jî ev têr nake, 2 sal in kurê min xistine hucreya yekkesî. Ji roja ku hatiye sirgûnkirin û vir ve, ez nikarim biçim serdana wî. Xwedê vê zilmê qebûl neke."
MA / Mazlûm Engîndenîz