STENBOL - Rojnameger Saliha Aras di 30’emîn salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de axivî û got: “Ev êriş dê nekarin me ji rêya me bikin. Yenî Yaşam jiyana hemû gelan e.”
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rojnameger Ersîn Yildiz ê di 3’yê Kanûna 1994’an di bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de hatibû qetilkirin, di salvegera 30’emîn de bi bîr anî. Merasîma bîranînê li avahiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê ya li Kadirgayê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin. Her wiha wêneyên Ersîn Yildiz hatin hilgirtin û beşdaran qurnefîl hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Çapemeniya azad welatê azad” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Cengîz Çîçek jî tev li bûn.
Rojnameger Saliha Aras di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku di êrişê de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 rojnameger û xebatkar jî birîndar bûne. Saliha Aras, wiha domand: “Di esasê xwe de hêj ji roja ewil ve dihat zanîn bê ka kê bombe kiriye. Lê belê 15 roj piştî êrişê belgeya bi nîşaneya ‘Nepen’ derket holê ku tê digotin ‘vê rojnameyê tune bikin.’ Ev belge ji bo vegotina faîlan bes dikir. Yek ji aliyên herî balkêş ew bû ku faîlên êrişê ne ji hêla hêzên ewlekariyê ve, ji hêla rojnameya hatiye bombekirin bi xwe ve hatin dîtin. Di bin wê fermana ‘tune bikin’ de jî îmzeya serokwezîra demê Tansu Çîller hebû.”
'ME BI PIŞTEVANIYÊ DOMAND’
Di berdewamê de Saliha Aras da zanîn ku Çapemeniya Azad heta niha 52 rojname derxistine û zêdetirî 50 xebatkarên wan şehîd bûne. Saliha Aras, wiha domand: “Tevî her cureyên zextan jî ev kevneşopî domiya. Çapemeniya Azad her demê neçar ma ku bi navên cuda derkeve. Piştî êrişa bombeyî jî rêya xwe domand. Rewşenbîrên ku rahişti komputerên xwe yên biçûk, xebatkarên Ozgur Ulkeyê yên birîndar nebûyîn an jî nehatin binçavkirin di nava çendek saetan de hatin gel hev û rojnameya roja piştre amade kirin. Kovarên sosyalîst ên piştevan ên weşanên xwe yên wê hefteyê betal kirin, ragihandin ku heta Ozgur Ulke tê asta ku xwe bi xwe weşana xwe bike dê buroyên wê aydê rojnameyê bin. Di 4’ê kanûna 1944’an de jî tenê bi 4 rûpelan û bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne!’ gihişt ber destê xwînerên xwe.”
'EM Ê RÊYA XWE BIDOMÎNIN’
Bi domdarî Saliha Aras ev tişt anî ziman: “Aqilê dewletê, roja me dest bi weşangeriyê kirî heta niha her tim hewl da me tune bike. Lê nekarî me tune bike û em hêj mezintir bûn. Di van rojên dawî de zextekî giran li ser medyaya demokrat û şoreşger heye. Em bibiryar in ku li gel raya giştî ya şoreşger û demokrat û hemû dostên xwe rêya xwe bidomînin.”
'ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ KELEMÇEKIRIN’
Parlamentera Stenbolê Çîçek Otlu jî got ku komkujiya 30 sal berê rastiya welêt derdixîne holê. Çîçek Otlu, da zanîn ku tevî valakirina gundan, komkujiyan û zextan jî Çapemeniya Azad dest ji nivîsandina rastiyan berneda û bû dengê gel. Çîçek Otlu, bal kişand ser binçavkirina 10 rojnamegeran û got “Çapemeniya Azad nayê kelemçekirin.”
'OZGUR ULKE TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ BÛ’
Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek jî anî ziman ku Ozgur Ulke di çarçoveya armancekê de bi rê ket û wiha got: “Rêhevalê me ne tenê kedkarê çapemeniyê bû; kedkarê gelekê nav û nasnameya wê hatibû înkarkirin bû. Ozgur Ulkeyê piştî 30 salan bi navê Yenî Yaşamê rêya xwe domand. Têkoşîna hebûnê ya wan rojan, îro veguherî têkoşîna azadiyê. Ên ku ji azadiya gelekî ditirsin, 30 sal piştre Rojava bombebaran dikin. Dixwazin jiyanê li me bikin zindan. Tevî hemû bombebaran û komkujiyan jî me ji têkoşîna azadiyê paşvegav neavêt. Em careke din dibêjin; em ê têkoşîna welatekî azad, civakeke azad teqez bi ser bixin. Yenî Yaşam, jiyana gelan e. Nîşaneya wê ye ku ji Ozgur Ulkeyê heta niha em mezin bûne. Em di hizûra şehîdên xwe de dîsa soz didin ku dê têkoşîna xwe ya di rêya jiyana nû de bidomînin.”
Bîranîn, bi dirûşman bi dawî bû.