DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin

  • rojane
  • 13:28 17 Çile 2025
  • |
img
AMED – DFG û MKG’ê bertek nîşanî binçavkirin û zextên li ser rojnamegeran dan û gotin, “Em bang li hêzên desthilatdar dikin û dibêjin êriş nikarin xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku hêza xwe ji kenê Cîhan û Nazim, rastiya Apê Musa û baweriya Gurbetellî digirin têk bibin."
 
Cemiyeta Rojnamegeran aDîcle Firatê (DFG) û Cemiyeta Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirina rojnamegerên di serdegirtinên malan ên li Wan û Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniya ku bi sernavê "Êriş nikarin xebatkarên Çapemeniya Azad bitirsînin" hat weşandin, hat destnîşankirin ku her roj zexteke nû li zextên hikûmetê yên li ser rojnamegeran tê zêdekirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku îro danê sibê di serdegirtina malan de rojnameger Reyhan Hacioglu, Ahmet Guneş, Necla Demîr, Welat Ekîn û Rahîme Karvar hatin binçavkirin û wiha hate gotin: “Rojnamegerên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin rastî gefxwarinê hatin. Polîsan malzemeyên dîjîtal ên rojnamegeran desteser kirin. Li Stenbolê tevî malên rojnamegeran bi ser avahiyên produksiyonên Martî û Guncelê de girtin û bi saetan lêgerîn kirin.”
 
BÊNAVBER ÊRIŞÎ ROJNAMEGERAN DIKIN 
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku zextên li ser rojnamegeran bi awayekî sîstematîk dewam dikin û wiha hat gotin: "Rojnameger ne tenê tên binçavkirin, bi taybetî jî rojnamegerên jin dema nûçeyan dişopînin dibin hedef û rastî êrişên dewletê tên. Rojnamegerên ku dema li bajarên Tirkiye û Kurdistanê nûçe dişopînin rastî zext, tundî, binçavkirin û girtinan tên, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gefa qetilkirinê re rû bi rû ne. Ji 10 sivîlên ku duh di êrîşa dawî ya Tirkiyeyê ya li ser bendava Tişrînê de birîndar bibûn, 4 rojnameger bûn, helwesta hikûmetê ya li hemberî rojnamegeran careke din eşkere kir. Hevalên me Leyla Ebdî, Hîvda Hebûn û Dijwar Elîşêr ên dema çalakiya nobedê ya li bendava Tişrînê dişopandin rastî êrîşa çekdarî hatin, birîndar bûn."
 
JI BO SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BANG
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta tirk li Bakur aû Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê kanunê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kiriye û nehiştiye cenazeyên wan li bakurê Kurdistanê bên definkirin û wiha hat gotin: “Bi hezaran kes ji bo protestokirina vê qetlîamê daketin qadan û 7 hevrêyên me yên ku beşdarî çalakiyan bûne hatin girtin û hê jî di girtîgehê de ne. Her çend êrîşên li ser rojnamegeran li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in jî, hikûmet sûcên şer didomîne. Li ser vê yekê em careke din bang li rêxistinên navneteweyî dikin.
 
Em bang li desthilatdariyê dikin û bila bizanin ku ev êrîş nikarin kedkarên Çapemeniya Azad ên ku hêza xwe ji kenê Cîhan û Nazim, rastiya Apê Musa û baweriya Gurbetellî digirin bişkînin. Êdî dev ji pêkanînên wiha berdin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku hevalên me yên girtî demildest serbest bên berdan û em banga xwedîderketina li hemû hevalên xwe yên rojnameger ên ji bo eşkerekirina heqîqetê têdikoşin dikin.”