'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'

  • rojane
  • 09:32 18 Çile 2025
  • |

AMED – Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Mehmet Nur Ulus bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e û yên berdêla aboriya ku şer bandorê lê dike didin, kedkar in. 

 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ya girêdayî wê ku bandorê çawa li aboriyê û tenduristiyê dikin. Ulus anî ziman ku herî zêde jin û zarok li herêmên pevçûnan mexdûr dibin û got ku barê ku şer li aboriya welêt kiriye li ser milê kedkaran e. Ulus got: "Niha li Tirkiyeyê her kes ji krîza aborî bandoreke mezin digire. Em dizanin ku sedema eslî ya vê krîzê polîtîkayên şer e. Em kedkar diyar dikin ku em li dijî polîtîkayên şer in ku li Sûriye û Rojavayê tên meşandin û heya kesên vî şerî didomînin dengê me bibihîsin wê têkoşîna me bidome."
 
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÎ ŞERÎ DENG DERXE'
 
Ulus diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke ku ji bo gelê Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijî hatiye avakirin û got: "Ji ber vê yekê jî komên çete êrişî vê modela jiyanê dikin û hewl didin di nava gelan de aloziyê derxînin. Ev şerê ku li ser gel tê meşandin, li dijî hiqûqa navneteweyî ye êrişa li ser Rojavayê ye. Em qetilkirina kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan yên bi vî rengî şermezar dikin. Rojnamegerên hatin qetilkirin ji ber ku rastiyö ji cîhanê re ragihandin hatin qetilkirin. Divê her kes li dijî vî şerê li Rojavayê dengê xwe bilind bike da ku ev modela jiyanê ya ji bo cîhanê mînak e bê parastin." 
 
'ARMANCA WAN BÊSTATUKIRINA KURDAN E'
 
Ulus diyar kir ku armanca êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê ew e ku gelê kurd bê statû bihêle û got: "Rejîma AKP-MHP'ê her tim li dijî kurdan di nava êrişan de ye û hewl dide destkeftiyên kurdan bi dest bixe. Qeyûmên tayinî şaredariyan hatin kirin nîşaneya vê yekê ye."
 
Ulus bal kişand ser gengeşeyên di demên dawîn ên li ser pirsgirêka kurd jî û got: "Di dema danûstandinan de, êrişa li ser Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman nêzîkatiyeke ne samîmî ye. Nêzîkatiya dewletê çiqasî ne samîmî be jî, em dizanin ku ev pêvajo çiqasî girîng e û em ê li gor wê hereket bikin. Ger atmosfereke bê şer bê afirandin, em rêxistinên civaka sivîl ji bo berpirsiyariyê amade ne."
 
MA / Heval Onkol