Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin

  • rojane
  • 11:43 18 Çile 2025
  • |

WAN - Hevrêyê Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê 32 sal berê li Wanê hat qetilkirin Xeyrî Çelîk diyar kir ku ew xwedî li mîrateya hevalên xwe derdikevin.

Berpirsiyarên qetilkirina Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar ê 32 sal berê li Wanê hat qetilkirin, tevî ku 32 sal derbas bûn jî nehatin aşkerakirin. Orhan Karaagar ê 30 salî ku di 19'ê Çileya 1993'yan de bi şîşên hesin îşkence lê hat kirin û piştre bi çekê hat qetilkirin, di Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de hat girtin. Karaagar ku 2 sal û nîvan li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5'an a Amedê ma, piştî ku hat berdan beşdarî xebatên avakirina Komeleya Şaxa Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê bû. Karaagar ku di sala 1991'ê de li rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kir, tevî bi dehan gefên kuştinê jî bi gotina "Heta ku ez hebim ez ê rojnameyê belav bikim" karê xwe berdewam kir. Karaagar ku di 19'ê Çileya 1993'yan de li navenda bajarê Wanê hat qetilkirin, heta roja ku hat qetilkirin jî bênavber rojname belav kirin. 
 
'ME BI DERFETÊN XWE ROJNAME BELAV KIRIN'
 
Hevkarê wî Rojnameger Xeyrî Çelîk ku di salvegera mirina Karaagar de axivî, diyar kir ku Karaagar dema nûnerê herêmê yê Kovara Ozgur Halkê bû, ew li Wanê nas kiriye. Çelîk got: "Em demeke dirêj bi hev re xebitîn û piştre di belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê de me kêmasiyek dît. Wê demê li Tirkiyeyê di pergala belavkirina rojnameyê de pirsgirêkek cidî derketibû. Wesayîtek aîdî Yekîtiya Çapemeniyê li Bedlîsê hat şewitandin. Piştî vê belavkirina rojnameyê sekinîbû. Lê me bi derfetên xwe belavkirina rojnameyê domand. Ji ber ku Wan cihekî navendî bû, em ji bo belabvkirina rojnameyê ketibûn nava pergaleke alternatif. Di vê heyamê de min Orhan Karaagar as ir. Jixwe Orhan belavkarê Kovara Ozgur alkê bû. Me û Orhan karê belavkirina rojnameyê hilgirt ser xwe."
 
 
Çelîk anî ziman ku Karaagar xwedî karaktereke civakî û siyasî bûye û diyar kir ku Karaagar bi fedakarî tev li xebatan bûye û wiha got: "Dema ku me bi Orhan re ji bo belavkirina rojnameyê hevdîtin kir, ew hinekî dudil bû. Ji ber ku kesayetek siyasî bû, mirov xwe dûr dixistin. Me ew qaneh kir û bal kişand ser girîngiya pratika wî û kesayeta wî û ew qaneh kir. Paşê bi coşeke mezin beşdarî xebatan bû û heta meha Çileyê ku şehîd ket jî, rojname li aboneyên Wanê yên li herêmê belav kir."
 
'DEWLERÊ HEMÛ HÊZA XWE ŞANDIBÛ KURDISTANÊ'
 
Çelîk bi bîr xist ku di sala 1992'yan de pevçûn zêde bûbûn û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li her derê belav bûbû û piştî serhildana gel dewletê hêzên xwe yên paramîlîter li Kurdistanê kom kir. Çelîk got: "Wê demê dewletê hemû hêzên xwe yên paramîlîter û taybet li Kurdistanê kom kiribûn. Li gelek herêmên Kurdistanê ambargo hatibû sepandin, dema ku tu diçûyî gundekî, tu di gelek nuqteyên kontrolkirinêr e derbas dibûyî. Gel bi pêkanînên keyfî re rû bi rû dima. JÎTEM bi taybetî li Wanê çalak bû. JÎTEM bi rêya îtîrafkaran ketibû nava tevgerê û kesan teşhîr dikir."
 
Çelîk diyar kir ku di vê serdemê de rojnameger bûne hedef û got: "Ji ber ku em rojnamevan di vê pêvajoyê de li pêş me bûn, bi awayekî rêxistinkirî hedef hatin girtin. Orhan tevlî pêvajoyeke wiha bû, gelek caran hat tehdîtkirin, lê tu carî tawîz neda ji helwest û têkoşîna xwe."
 
Çelîk bi bîr xist ku Apê Mûsa (Musa Anter) beriya kuştina Karaagar demek kin hatiye qetilkirin û diyar kir ku piştî qetilkirina Apê Mûsa dilsoziya Karaagar hîn zêdetir bûye. Çelîk got: "Orhan her tim soza xwe ya têkoşînê diparast. Gelek caran rastî gef û tacîzan hat. Demeke dirêj hema bêje her roj Orhan binçav dikirin, gef lê dixwarin û zextê li wî dikirin ku dest ji belavkirinê berde. Lê wî domand."
 
'JI ALIYÊ 8 KESAN VE HAT QETILKIRIN'
 
Çelîk anî ziman ku beriya qetilkirina Karaagar demeke kin ji bo demekê navber dane belavkirina rojnameyê û diyar kir ku Karaagar wê demê ji bo pereyê rojnameyê bigire çûye Erdîşê. Çelîk bal kişand ku Karaagar li Erdîşê jî rastî tehdîdan hatiye û wiha dewam kir: "Karê wî pir dereng qediya, ji bo ku dereng bi rê nekeve min pêwendî pê re danî û min xwest li wir li cihekî ewle bimîne. Piştî vê biryarê em belav bûn û em çûn malan. Me saet di 21.20'î de agahî girt ku Orhan hatiye qetilkirin. Orhan wisa qetilkiribûn u diyar nebe dewleytê ew qetil kiriye. Wisa dan der ku tiryakfiroş ew kuştine. 7-8 kesan ew birine înşaetekê û li wir demeke dirêj bi şîşên hesin îşkence lê kirine û ew qetil kirine." 
 
Çelîk anî ziman ku têkoşîna Çapemeniya Azad a ku Karaagar tê de cih girtiye îro ji aliyê Cîhan û Nazim ve hatiye girtin û Nazim û Cîhan jî bi heman armancê hatine qetilkirin. Çelîk diyar kir ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya di sala 1992'yan de ya li hemberî Çapemeniya Azad îro jî neguheriye û wiha got: "Dewleta tirk wekî salên 1990'î îro jî bi heman rengî nêzî Çapemeniya Azad dibe. Çapemeniya Azad ji wê demê û vir ve şopandina heqîqetê didomîne. Yên ku di wê serdemê de jiyane îro jî li pey heqîqetê dimeşin. Wê demê çavkaniyên me kêm bûn, lê niha kanalên televîzyon, ajans û rojnameyên hene. Li ser platformên dîjîtal bi sedan ajansên me hene. Ji sala 1980'î û vir ve kevneşopiya Çapemeniya Azad a li ser esasê nirxan bi pêş ve diçe."
 
Çelîk destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya hevrêyên xwe derkevin û têkoşîna wan bidomînin. 
 
MA / Rûken Polat