Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 13:59 18 Çile 2025
  • |
ÎDIR/ŞIRNEX - Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin.
 
Li Îdirê li dijî êrişên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) a girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî hat lidarxistin. Girseya gel li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hev civiya û piştre ber bi Abîdeya Aştiyê ya Mûsa Anter ve meşiya. Di meşa girseyî de dirûşmên mîna "Bijî Berxwedana Rojava" û "Ji şer re na, aştî aniha" hatin berzkirin.
 
‘DIVÊ STATUYA ROJAVA TAVILÊ BÊ NASKIRIN'
 
Piştî meşê Parlamenterê Îdirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hun axivî û diyar kir ku li aliyek hevdîtin li Îmraliyê çêdibin û li aliyê din polîtîkayên şer berdewam dikin. Hun got: "Di pêvajoyeke ku li Tirkiyeyê hêviyên gel çêbûne de, desthilatdariya AKP-MHP'ê her roj êrişî Rojava dike û her roj bi dehan mirov tên qetilkirin. Dîsa qayûm tayînê şaredariyên me dike. Her roj gelê Kurd dibin hedefa SÎHA’yan û êrişên çeteyan. Kurdan di sala 2014'an de DAÎŞ’ê têk bir û li Rojava jiyaneke wekhev ava bû. Ji ber vê yekê hemû cîhan deyndarê gelê kurd e. Rojava cihekî ku bi têkoşîna hevpar a gelê kurd û dostên wan hatiye avakirin e. Dema Rojava rastî êrişan tê û mirov tên qetilkirin ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bikin. Divê Tirkiye tavilê statuya Rojavayê nas bike."
 
Parlamenterê Agirî Heval Bozdag jî wisa got: "Gelên li Rojava li ber xwe didin. Gel ji bo jiyaneke hevpar li ber xwe didin. Mafê kesî nîne ku li hemberî vê yekê îtiraz bike û dagir bike. Hûn nikarin ti gel bê nasname bihêlin. êrişa li hemberî bendavê û bombekirina nexweşxaneyan tê çi wateyê? Exlaqê şer jî heye, lê ev yek nayê pêkanîn. Hûn nikarin êrişî sivîlan û xebatkarên çapemeniyê bikin. Qetilkirina xebatkarên çapemeniyê yên dixwazin rastiyan ragihînin, tê çi wateyê? Em dixwazin ev êriş tavilê bisekinin û atmosfereke aştiyê bê avakirin."
 
ŞIRNEX
 
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên giredayî wê li ser bendava Tişrînê li ber avahiya DEM Partiyê ya  Şirnexê daxuyanî dan. Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Parti yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Rojava rûmeta me ye" dinivisî hat vekirin.
 
Di destpêkê de hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen diyar kir ku êtişên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyyê mayên qebûlkirin û bang li dewletê kir ku êrişên xwe demildest bidin sekinandin. 
 
‘GELAN BI HEV RE DAIŞ'Ê TÊK BIR’ 
 
Piştre Parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û bi lêv kir ku li bendava Tişrînê welatiyên sivîl tên hedef girtin û wiha got: "Ew 13 sal in li Suriyeyê komkujiyên mezin pêkhatin. Gelê Kurd li ser bingeha xeta 3emîn bi gelê herêmê vê xwe parastin. Li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke têkbir. Bı berxwedan û têkoşîna xwe gelê kurd li hemû dinyayê hat hezkirin. Êrişên Tirkiyeyê li ser herême ranewestiyayê. Li ser gelê Rojava êrişên hovanê pêktînin. Ew zêdetirî 40 roj ê li dijî Rojava êrişên Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê berdewam dike. Wan êrişan li dijî pergala gelan a Rojavayê pêk tînin. Lê bi dernakevin. Çawa ku DAIŞ bi serneket ew jî bi dernakevin. Ew feraseta Rojava wê bi serbikeve. Tevî ku pêvajoyek destpêkiriyê jî êrişên Tirkiyeyê li ser gelê Kurd berdewam dikin. Ji bo wê jî gelê me bifikar e. Divê demildest pirsgirêka kurd be çareser kirin ew pêvajo ber bi merhaleyeke biçe. Em êrişên li ser Rojavayê şermezar dikin û divê ew êriş bên rawestandin. Zarok û jin jî di nav de zarok tênnqetilkirin. Divê dawî li van êrişan be. Heviyek mezin ji bo gelê kurd pêk hat. Heke yekîtiya kurdan ava bibe ji bo hemû gelên Rojhilata navîn wê serkeftinek be. Em careke din bang li rêyedarên Tirkiyeyê jî dikin ku dev jî Van êrişan berdin."
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên “ bijî berxwedana rojava” bi dawî bû.