Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin

  • rojane
  • 15:37 19 Sibat 2025
  • |
img
ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji bo pirsa “Gelo dê Şandeya DEM Partiyê biçe Îmraliyê ya na?” ev bersiv da: “Heke serlêdanek were kirin em ê binirxînin û destûrê bidin.” 
 
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç beriya civîna koma partiyê ya AKP’ê ya li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Tunç wiha got: “Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê beriya niha du caran çû Girava Îmraliyê û hevdîtin kir. Heke dîsa serlêdanê bikin, em ê vê carê jî binirxînin û destûrê bidin.”