Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in

  • rojane
  • 09:49 20 Sibat 2025
  • |

ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê ku 35 sal berê gundên wan bi hinceta "ewlehiyê" hatin valakirin, diyar kirin ku "bi hêviyê" li benda banga Abdullah Ocalan a ji bo vegerê li ser axa xwe ne.

Bi valakirina gundan re ku di salên 90’î de li Kurdistanê dest pê kir, zêdeyî 3 hezar gund û gundik bi hinceta “ewlehiyê” bi darê zorê hatin valakirin. Di vê pêvajoyê de nêzî milyonek kesên ku cerdevaniya dewletê qebûl nekirin ji warên xwe hatin koçberkirin. Welatiyên ku 35 sal in bi hinceta "ewlehiya taybet" nikarin biçin gund û bax û baxçeyên xwe, diyar kirin ku bi vîna çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, hêviya vegera gundan çêbûye.
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di dîrokên cuda de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re 2 hevdîtin pêk anîn. Piştî civînê deklerasyona ji 7 xalan pêkhatî ya ji bo çareseriyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin bi raya giştî re hat parvekirin. Di vê çarçoveyê de têkiliyên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi partiyên siyasî re dewam dikin.
 
Hat ragihandin ku Abdullah Ocalan wê di meha Sibatê de bangekê bike. Banga dîrokî ya ku ji niha ve di nava gel de heyecanek çêkiriye, welatiyên ku 35 sal in ji ber hincetên "ewlehiyê" nikarin biçin gundên Gabar û Cûdî yên Şirnexê, diyar kirin ku piştî bangawaziyê ew ê vegerin warên xwe. 
 
Ji gundê Berkevirê yê navçeya Cizîr a Şirnexê Alî Gun diyar kir ku piştî valakirina gund careke din negihaştina wê aramiya berê û got ku pêvajoya nû heyecanek di wan de çêkiriye. Gun wiha got: “Dema em li gundê xwe dijiyan, hewcedariya me bi tu tiştî tune bû. Ne ceyran û ne ava me hebû, lê her tiştê me hebû. Me heywan xwedî dikirin û me çandinî dikir. Me bi firotina berhemên mayî debara xwe dikir. Ne tenê em, hemû gundên Botanê wisa bûn. Dema gund hatin valakirin me piraniya tiştên xwe winda kir. Em hatin rewşek wisa ku em bi hesreta firingiyeke rizyayî ne. Bi pêkanîna aştî û aramiyê bi pêvajoyeke nû ve vegera gundan û avakirina gundan wê me kêfxweş bike. Bi jinûveavakirina gundan re wê zehmetiyên aborî yên ku em di warê sewalkarî û kedê de dijîn bi dawî bibin."
 
‘MIFTEYA AŞTIYÊ KURD IN'
 
Gun da zanîn ku pirsgirêkên aborî û civakî yên li Tirkiyeyê ji pirsgirêka kurd ne serbixwe ne û got: “Li herêma me gel bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike. Piraniya gundiyan dixwazin vegerin warên xwe. Heta ku pirsgirêkên li Kurdistanê neyên çareserkirin, Rojhilata Navîn nikare bigihêje aramiyê. Ger li cihekî zilm û zordarî hebe, zalim jî azad nabe. Lewma hemû pirsgirêkên aborî, siyasî û çandî girêdayî pirsgirêka kurd in. Gelê kurd mifteya aştiya Rojhilata Navîn e. Heta kurd azad nebin, ereb, tirk, fars û gelên Rojhilata Navînê nikarin nefesê bistînin. Me hêviya xwe bi kesî girê neda. Tenê dixwazim vê yekê diyar bikim; heta em azad nebin ew azad nabin. Divê ew vê yekê baş bizanibin." 
 
Osman Aksû yê ji gundê Dêrşew ê li quntara Çiyayê Gabarê ye û di sala 1994'an de hat valakirin, diyar kir ku 31 sal in nikarin biçin gundê xwe. Aksu anî ziman ku ew ji pêvajoya nû bi hêvî û kelecan in û wiha got: “Wekî ne bes e ku gundê me xera kirine, bi lêgerîna petrolê xwezaya wê dikujin. Gundê me ji bo sewalkariyê guncav e û her cure fêkî tên çandin. Jiyana gundê me bi xwezayê ve girêdayî bû. Lê niha em li bajaran hilberên bihormon dixwin. Ev nexweşiyê bi xwe re tîne. Gabar bihuşta fêkiyan bû. Ev 31-32 sal in em ji gund dûr ketine û em dixwazin demildest vegerin gundê xwe û ji nû ve ava bikin. Ji sala 1994’an û vir de, em tenê yek-du caran karibûn bi destûr herin. Bi çareseriya pirsgirêka kurd re em dixwazin vegerin gund û axa xwe û li wir bijîn. Ji ber ku ew warên bav û kalên me ne. Ew axa ku jiyan lê heye. Em dixwazin vegerin gundê xwe û jiyana berê ya ku me bêriya wan kiriye ji nû ve ava bikin. Di navbera jiyana bajar û gund de ferqeke mezin heye. Em dixwazin li Rojhilata Navînê aştiyeke ku hemû gelan di nav xwe de bigire pêk were. Di warê çareseriyê de baweriya me bi me heye û cîna me xurt e." 
 
Hatîce Dûrmûş anî ziman ku di sala 1993'yan de gundê wan ê li quntara Çiyayê Gabarê hat valakirin û got ku piştî pirsgirêka kurd çareser bibe û derdoreke ku aştî pêk were ew ê vegerin gundên xwe. Hatîce Dûrmûş got: "Piştî ku gund wêran bû em neçar man koç bikin. Gelek ji me ji bo debara xwe bikin çûn metropolên Tirkiyeyê. Îsal em çûn û me navên xwe tomar kirin, lê nehiştin em careke din biçin. Gundê me wêran kirin û talan kirin."
 
Cahît Kilit ê ji gundê Şîlerût ê li quntara Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ye û di sala 1993'yan de hat valakirin, diyar kir ku ew dixwazin bi pêvajoya nû gundê xwe ji nû ve ava bikin û bi çandiniyê re mijûl bibin."
 
MA / Omer Erdogan