Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin

  • rojane
  • 10:43 20 Sibat 2025
  • |
img
WAN - Li Wanê rêya 264 gundan ji ber berfê li hatin û çûnê re hatin girtin. 
 
Ji şevê din heta niha li Wanê berf dibare û ji ber berfê rêya 264 gundan hate girtin. Navendên rêyên gundan lê hatine girtin wiha ne: Li navçeya Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 2’yan, li Ebexê rêya 17’an, li Şaxê rêya 100’an, li Erdîşê rêya 14’an, li Westanê rêya 20’an û li Payîzavayê jî rêya 40 gundan hatin girtin.