Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin

  • rojane
  • 14:44 20 Sibat 2025
  • |
img
DÊRSIM - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê tayînkirina qeyûman, girtin û qedexe protesto kir. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirinan û qedexeyan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê tu caran serî li ber qeyûman, qedexeyan û girtinan netewînin” hate hilgirtin. Ergîn Tekîn di daxuyaniyê de got: “Ev êriş ne tenê cezakirineke derhiqûqî ya li dijî şexsan e, di heman demê de armanc dike ku rayeyên rêveberiyên herêmî bisînor bikin û bêbandor bikin. Derbeyeke li dijî vîna gel e. Cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn, ne tenê skandaleke hiqûqê ye, eşkereyiya mayindekirina rejîma qeyûm e.” 
 
Tekîn, got ku kesên têkoşîna kedê didin jî tên binçavkirin û got: “Bi girtina Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen re raste rast xebatên sendîkayî hedef hatiye girtin. Mînakeke şênber e ka li vî welatî mafên demokratîk çawa bi keyfî tên binpêkirin. Bila daxwaza karkeran bê bicihanîn, karkerên ji kar hatin avêtin dîsa bigirin û qedexeya walîtiyê bê rakirin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ OPERASYONA LI DIJÎ HDK’Ê DA
 
Bi domdarî Tekîn bal kişand ser siyasetmedar, hunermend û rojnamegerên di çarçoveya operasyona li dijî HDK’ê de hatine binçavkirin û got: “Li dijî polîtîkayên qeyûm, zextên sendîkayî, sansûra li ser çapemeniyê û hemû sepanên dij-demokratîk em têkoşîna hevpar mezintir bikin.”