Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin

  • rojane
  • 15:43 31 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweşên giran Firat Nebîoglu û Mecît Başdaş her roja diçe girantir dibe û daxwaza tehliyeya wan hat kirin.

Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Enqere û Stenbolê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweşên giran Firat Nebîoglû û Mecît Başdaş.
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane ya 'Rûniştina F' ya heftane li ber avahiya Şaxê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Firat Nebîoglû yê li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'emîn a Amedê bi giranî nexweş e. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa 'Tedawî maf e û nikare were astengkirin' û 'Girtiyê nexweş Firat Nebîoglu bila were berdan' hatin hildan û dirûşmên wekî 'Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan' û 'Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e' hatin berzkirin.
 
Endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Acettîn, diyar kir ku Firat Nebîoglu (27) ji ber ku gurçik a kronîk, kor bûn û giran bihîstinê û her wiha felç ji sedî 92 rapora astengdariyê heye û wiha got: "Nebîoglû ku divê hefteyê sê caran diyalîzê re derbas bike, ji bo jiyana xwe bidomîne bi lezgînî pêwîstî bi neqla gurçikê heye."
 
Acettîn diyar kir ku Nebîoglû ji bo taloqkirina înfaza wî şandine Saziya Tipa Edlî, lê belê saziyê bi yekdengî 'rapora li girtîgehê bimîne' daye Nebîoglû. Hat gotin ku ji bo Nebîoglu donora guncav hatiye dîtin jî ji ber ku di girtîgehê de ye nekarin neqil bê kirin û daxwaza tehliyeyê kir.
 
ENQERE
 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiya xwe ya hefteya 560'emîn a têkildarî girtiyên nexweş li Kolana Sakarya ya Enqereyê li dar xist. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mecît Başdaş (70) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankarteke ku digot, 'Tedawî mafek e, nikare were astengkirin. Divê girtiyên nexweş serbest bên berdan' hat vekirin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya İHD'ê Nuray Çevîrmen daxuyanî da û bi bîr xist ku Başdaş ê ku bi kansera mîzdankê ketiye di sala 2022 'an de emeliyat bûye. Nûray Çevîrmen da xuyakirin ku Başdaş dixwaze ji bo kontrolên asayî biçe û di nava 2 salan de bi tenê carekê ji bo kontrolê birine.
 
Nûray Çevîrmen ji bo tedawiyê daxwaza berdana Başdaş kir.