TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand

  • rojane
  • 08:06 1 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND'ê ji malbata Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) ku di çalakiya nobedê ya Bendava Tişrînê de hatibû qetilkirin re name şand.

Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) nameyek ji malbata Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) re şand ku di çalakiya nobetê ya bendava Tişrîn ê di encma êrîşa Tirkiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû kuştin.
 
Nameya TEV-ÇAND'ê bi vî rengî ye:
 
"Ji bo malbata hêja ya şehîd Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar);
 
Em zanin ku hevalê Cûma ji bo malbatê wendahiyek çiqasî mezin e ku cîhê wî nikare bê dagirtin. Ev yek di heman demê de ji bo gelê Kurdîstanê û welatparêziyê jî derbasdar e; hevalê Cûma ji bo malbatê çiqas wendahiyek mezin bû, ji bo gelê Kurdîstanê, welatparêziyê û hunera Kurd jî ewqas wendahiyek mezin e ku cîhê wî nikare bê dagirtin e. Lewra wekî TEV-ÇAND xemgîniya me pir mezin e.
 
Hevalê Cûma hema wisa şehîd neket; di nav çalakiyê de û piştî nirxandinên xwe yên di derbarê dagirkeriya Tirk de şehîd ket. Lewra em pir bi rehetî dikarin bêjin ku, welatparêzî û çalakiyên wî yên li dijî dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk tengav dikir ew kir armanca êrişa dewleta dagirker a Tirk. Bi taybet hat armancikirin; ew ji bo me pir vekirî û bi wate ye. Dewleta dagirker a Tirk her Kurdekî weke dijminekî divê bê tinekirin dibîne, lê yên weke hevalê Cûma bi taybetî dike armanc. Her welatparêzên Kurd bi vê zanin. Hevalê Cûma jî bi vê zanî bû û karê xwe jî bi vê zanebûnê dikir.
 
Hevalê Cûma her tim xwedî hestên welêt bû. Ji vî alî ve qet û qet xwe neda paş. Bi karê xwe, bi hunera xwe, bi helwest û nêrîna xwe her tim li rex gelê xwe bû. Bû xwediyê şehîdan, bû bavê gerîlayên hêja û malbata xwe jî bi heman ruhê welatparêziyê ava kir, perwerde kir. Tenê bi malbata xwe jî sînordar nema; bi hunera xwe ket mala her Kurdekî û di perwerdekirina wan a welatparêziyê de weke mamosteyekî kar kir. Gelek zarok, ciwan, jin û mêr bi huner û helwestên hevalê Cûma yên welatparêzî, xwe perwerdekirin û helwestên xwe li rex gel dan diyarkirin. Hevalê Cûma ji bo gelê Kurd hêzeke mezin bû.
 
Hevalê Cûma bi hunera xwe di şanoya Kurd de jî mamosteyekî mezin bû ku cihê wî nikare bêdagirtin. Bi huner û çalakiyên xwe weke dibistanekê bû. Bi hunera xwe di dilê her Kurdekî de cihek ji xwe re ava kiribû; Kurdekî welatparêz ê ku heval Cûma nas nekiriye, li hunera wî temaşe nekiribe û pê bandor nebû be nîn e, bi taybetî jî şanogerekî ku dertê ser dikê ku rêbazê hevalê Cûma bi kar neanîbe nîne.
 
Hevalê Cûma bi hunera xwe em û civak tenê nedikenand, ji kenandinê zêdetir xîtabî derûniya me dikir û em li ser pirsgirêkan didan fikiradin, rêyên çareseriyê nîşanî me dida. Bi zimanekî hêsan, lê bi ruhê welatparêziyê hunera xwe pêşkêş dikir. Em pir bi rehetî dikarin bêjin ku, hevalê Cûma bi hunera xwe rêya şanoya Kurd nîşanî me da, paşeroja wê diyar kir. Vegera ji vê yekê nabe û wê nebe. Ji ber van sedeman dewleta dagirker a Tirk hevalê Cûma-Bavê Teyar kir hedef û şehîd xist.
 
Hevalê Cûma li pey xwe jiyaneke paqij, rêyeke ronî hişt. Weke Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, em bi serpêhatiya hevalê Cûma serbilind in. Em ê heval Cûma, ku gelê me ew weke Bavê Teyar baştir nas dike, weke rê nîşandayiyekî nemir bibînin û di rêya wî de bimeşin. Em ê wî her tim di jiyan û hunera xwe de bi bîr bînin. Hêvî, xwestek û bendewariya wî, wê li ser mile me be, da ku qet danekeve xwarê û heya bigihêje armanca xwe jî wê daneveke xwarê. Teqez em ê hêvî û xeyala hevrêyê xwe yê têkoşîn û hunerê hevalê Cûma-Bavê Teyar bi serketî bigîhînin dawî, bi encam bikin; desthilatdariya dewleta dagirker li Kurdistanê bi dawî bikin û ala Şanoya Kurd li ser banê dine daliqînin. Di têkoşîn û hunera xwe de em ê wî her tim bi bîr bînin.
 
Em careke din êşa malbata xwe ya hêja parve dikin û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin. Bila serê malbatê sax be, bila serê gelê Kurd sax be.
 
Ji çiyayên azad bi silav û rêzên şoreşgerî..."