Rojnameger Aksu hate berdan

  • rojane
  • 15:34 3 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Di danişîna ewil a doza rojnameger Bîlge Aksu de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara tehliyeyê hat dayin. 
 
Danişîna ewil a doza rojnameger Hamza Kaan (Bîlge Aksu) ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Aksu ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de di 29’ê Mijdara 2024’an de hatibû girtin, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Aksu jî amade bûn. 
 
Aksu, di parastina xwe de got ku 11 sal in mamosteyiya wêjeyê dike, nivîsên wî piranî li ser wêjeyê ne, ji ber pirsgirêkên madî bi bedela pereyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re dinivîse, li ser fîlm û nivîskarên xelat wergirtin nivîsan dinivîse, hevpeyvînan dike û û parvekirinên wî yên li ser medyaya dijîtal hatine berevajîkirin. 
 
Piştî parastina Aksu û parêzerên wî, dozger xwest rewşa girtî ya Aksu bidome. Dadgehê, bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 7’ê Cotmehê hate kirin.