Di meşa ‘Mafê hêviyê’ ya li Amedê de daxwazên derketin pêş

  • rojane
  • 11:58 18 Îlon 2025
  • |
AMED - Welatiyên li Amedê tev li meşa “Mafê hêviyê” bûn, banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û xwestin komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê kirin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, duh li Amed, Mêrsîn û Wanê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşên girseyî li dar xist. Bi deh hezaran kesên tev li meşan bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û xwestin biryara “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin. 
 
Welatiyên tev li meşa li Amedê bûn, xwestin dewlet biryara binpêkirina “Mafê hêviyê” ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan dabû, were cîbicîkirin. Her wiha welatiyan xwestin ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.