AMED – Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk destnîşan kir ku referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hat, pêwiste bibe sedemê kongre û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û got: “Êdî dem dema yekîtiya neteweyî ya kurdan e.” Turk tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bibîr xist û got: “Êdî dema azadiya Brêz Ocalan hatiye.”
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, têkildarî encamên referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, yekîtiya neteweyî ya kurd, geşedanên li Bakûrê Sûriyê û Tirkiyê nirxandinên girîng kir û bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan.
‘DIVÊ EV GAV BIÇIN KONGREYA NETEWEYÎ’
Turk destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê gavên “hêjayî” hatin avêtin û got: “Bi rastî Kurdistanek serbixwe di xeyala hemû kurdan de ye. Beşdarî û encama referandûmê peyamek gelek mezin e. Gelê Başûr ji bo paşerojek bi rûmet û tayînkirina çarenûsa xwe gavên şênber avêtin. Lê heke ku kongreyek netewî ya kurd hebûya dê vê referandûmê bigihanda hemû dinyayê û rewabûna wê hin bêtir zêde bibûya. Çar parçeyên Kurdistanê dê bêtir xwedî li referandûmê derketina. Dê bibûya sedema tifaqa nav kurdan. Lê em bawerin ku dê ev ji hemû kurdan re bibe ders. Hemû kurd dizanibin ku kongreyek netewî ji bo kurdan pêwîst e. Bi her awayî divê ev kongreya netewî bê avakirin.”
‘ÎRAN Û TIRKIYE NEYARTIYA KURDAN DIKIN’
Turk da zanîn ku di serî de dewletên mîna Tirkiye, Iraq, Îranê û gelek dewletên din li hember daxwaza azadiya kurdan derdikeve û wiha domand: “Dibe ku Iraq li dijî vê referandûmê derbikeve. Lê ew der ne axa Îran û Tirkiyê ye. Lê çima Îran û Tirkiye neyartiya kurdan dikin? Hikumeta Tirkiyê dibêje ku ‘em ê kurda bi birçîbûnê terbiye bikin.’ Çar alî li Rojava girtine. Lê vay li ber çavan e. Lê li gel her tiştî dîsa jiyana xwe berdewam dikin. Kî dikare kê bi birçîbûnê terbiye bike?”
‘ME TEXMÎNA VAN GEFAN DIKIR’
Turk bi bîr xist ku beriya referandûma li Başûr wan gef û gurên ên Tirkiyê yên li dijî Başûr texmîn dikir û wiha got: “Me gelek caran van gefên dewleta tirk li gel Kek Mesût jî anîbû ziman. Îro jî em dibînin tiştên me digot wisa derdikevin. Tehamulî jiyanek azad a kurdan nayê kirin. Naxwazin ku gelê kurd bigîhîjin tu qonaxan. Lê li gel van hemû gefan jî li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd ji bo paşeroja xwe xebatek bi tîpên zêrîn bên nivîsandin dimeşînin. Îro carek din dixwazin kurdan bê mecal û di pergala kevn de bihêlin. Lê ew dem ne ew dema berê ye. Ew dem derbas bû.”
‘DEM DEMA YEKÎTIYÊ KURDAN E’
Turk li ser yekîtiya neteweyî ya kurd rawestiya û wiha axivî: “Ji bo kongreya neteweyî gelek xebatên hêja çêbûn. Li Hewlerê bi beşdariya hemû pêkhateyên gelê kurd konferansek hat lidarxistin. Lê piştî konferansê ji derve û hundir ve ji bo ev kongre negîhîje armanca xwe mudaxeleyek hat kirin. Di nav siyaseta kurdan hesabên biçûk hatin meşandin. Ji ber vê yekê alozî derketin. Lê piştî vê referandûmê siyaseta wan kesên digotin kongre û yekîtiya kurdan çênebe, divê ku hemû partî û saziyên kurdan vê baş bibînin. Divê ku bi aqilekî Kurdistanî û hevbeş carek din van bûyerên di serê kurdan de derbas dibin li ber çavan derbas bikin û yekîtiya xwe berfireh bikin. Di vê qonaxê de divê kurd xwe ji bo kongreya netewî bêtir amade bikin. Îro dem dema kongre û yekîtiya neteweyî ya gelê kurd e. Tiştên tên serê kurdan rê li ber yekîtiya neteweyî vedike. Dema ku êdî kurd hevbigirin û destên xwe bidin hev hatiye. Wê demê siyaseta kurdan dikare pirsgirêkên di navbera xwe de bi riya diyalogê çareser bikin.
‘SEDSALEK ME YA WINDAKIRINÊ TUNE YE’
Sedsalek me ya din ku em winda bikin nîne. Bi rastî jî ku em siyasetek hevpar, demokratîk û ji bo paşeroja kurdan em nemişînin, îxtîmala em têk jî biçin heye. Îro li çar parçeyên Kurdistanê berdelên mezin tên dayîn. Lê ji bo moral yekîtî girîng e. Yekîtiya kurdan ava bibe dê li qada navnetewî jî bandorek xwe bide nîşandan. Divê di vê demê de berjewendiyên şexsî û partiyan ji holê bên rakirin û berjewendiyên neteweya kurd bînin holê û siyasetê di vê çarçoveyê de bimeşînin. Pêwîstî bi zimanek, aqilek û diyalogek neteweyî heye. Çi dibe bila bibe divê em hemû êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê bînin ber çavên xwe û li hev rûninên. Divê ku li hember dijmanahiya kurdan dengek û nerazîbûnek hevpar derbikev û em bersiva van bidin.”
‘DIVÊ WEKÎLÊN AKP’Ê YÊN KURD ROLA XWE BILEYÎZIN’
Turk bal kişand ser tezkereya operasyona derveyî sînor û wiha pê de çû: “Derxistina tezkereyê ne daxwaziya partiyekê tenê ye. Dewleta tirk li ser vî aqilê li dijî kurda hatiye avakirin. Her tim kurdan ji xwe re wek talûkeyek mezin dîtine. Ji ber vê yekê partiyên wan çi dibin bila bibin dema kurd û mafê kurdan bê rojevê li hemberî kurdan yekîtiya xwe ava dikin. Lê ez carek din dibêjim divê ku gelê kurd jî viya baş bibîne. Heke îro parlamenterên AKP’ê bêjin ‘em kurd in û em li ser navê gelê kurd hatine meclîsê’ divê ku di rola xerab de neleyizîn, li dijî vê dengê xwe bilind bikin û vê siyasetê jî şermezar bikin. Lê ev li ser wijdanê wan dimîne. Divê ku ew parlamenter viya baş bifikirin. Gelê kurd yên dengê xwe didin AKP’ê jî divê xwe li ber çav derbas bikin.”
‘MUDAXELEYA LI DIJÎ BAŞÛR ZEHMET E’
Turk mudaxeleyek leşkerî ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî wek zehmetî dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: Yên ku îro dibêjin ‘Zilm li Myanmarê dibe’ lê dema ew rabe bikeve Kurdistanê, ev jî ne zilm e gelo? Dê kurd jî nebin wek Myanmarê? Niha hûn dixwazin ji birçîbûna Myanmarê re bibin bersiv lê hûn miletê kurd birçî dihêlin. Bi vî awayî gefan li kurdan dixwin. Tirkiye îro aboriya ji Başûrê Kurdistanê qezenç dike, ew qas ji Elmanya û Emerîkayê qezenç nake. Bi hezaran welatiyên Tirkiyê li wir kar dikin. Dê gelek şirketên li vir û li wir jî îflas bikin. Wê hin bêtir aloziyek mezin derbikeve.”
‘DÊ BIBE MODELEK MÎNAK’
Turk bal kişand ser rewşa pêşketinên demokratîk ên li Bakûrê Sûriyê û wiha domand: “Bi salane daxwaza gelê kurd ew e ku li Rojhilata Navîn modelek demokratîk û çareseriyê bê avakirin. Modela demokratîk a li Bakûrê Sûriyê tê hûnandin ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê mînak e. Em bi dil û can piştevaniya xebatên li Rojava tên meşandin dikin. Ez bawerim dê çend salên din dinya li ser vê modelê nîqaş bike. Modela demokrasiya li Rojava dê bibe sedema pergalek nû ya li Rojhilata Navîn. Ez bawerim wê pergala li Bakûrê Sûriyê tê avakirin, li ser siyaseta Rojhilata Navîn û welatên balkan jî bandorek mezin bike.”
‘KETINA EFRÎNÊ REHET E LÊ DERKETIN ZEHMET E’
Turk gefên li dijî Efrînê jî wiha şîrove kir: “Dixwazin mudaxeleyî têkiliya navbera kantonên li Rojava bikin. Heta roja îro xebat û têkoşîna li Rojava tu zerarê nedaye dewleta tirk. Lê herî zêde dewleta tirk li dij derdikeve. Yanî aqlê dewletê li dijî kurdan hatiye avakirin. Dîsa dema kurd dibin mijar, dixwazin hemû têkoşîn, destkeftiyên wan têk bibin. Gefên giran li dijî Efrînê dixwin. Lê îro îxtîmala mudaxeleyeka li dijî Efrînê tiştek ne bi agil e. Lê dewleta Tirkiyê wê zerarek mezin bibîne. Ew kesên li dijî rejîm û DAIŞ’ê bi cangorî û fedekarî têkoşînê kirin û dikin dê nehêlin rehet rehet Tirkiye bikeve Efrînê. Ew pêşmergeyek extiyar gotibû ‘Kî tê bila were serçava. Hatin rehet e, lê derketin zor e.’ Heqîqet ev e. Siyaseta îro tê meşandin gelan tînin hember hev. Ev siyasetek talûke ye. Welew ku bikevin Efrînê wê çi safî bikin û dikarin çiqas di Efrînê de bimînin? Wek meseleya Kerkûkê. Kerkûk 100 sal e di destên ereban de ye, lê çima dengê we dernediket? Wexta mesele kurd bin hûn radibin meseleya Kerkûkê derdixin. Siyasetek wiha li dijî kurdan tê meşandin, lê heta îro kurd rola xwe baş ne leyîzî ne. Kurd biçin ser heyvê jî dibêjin çima kurd çûne ser heyvê.”
‘FAŞÎZM NAHÊLE DEMOKRASÎ PÊŞ BIKEVE’
Turk girîngiya avakirina eniya demokrsiyê jî bibîr xist û wiha li axafina xwe zêde kir: “Îro du Tirkiye heye. Heta ku aqilê dewletê yên li ser hîmên faşîzmê hatiye avakirin neyê guherandin, di warê demokrasiyê de guherandin çênabe. Ji ber vê sedemê jî hêzên demokrasiyê berfireh nabin. Raste îro xebatek hêza demokrasiyê heye, lê ya girîng ew e ku çiqas li ser gel bandora wê heye. Em wê nabînin. Li Kurdistanê li ser gel bandorek çêbûye lê li aliyê din heqîqeta siyasetê nayê dîtin. Hemû çapemenî xistine bin tesîra xwe û bi hêza çapemeniyê gel di xewê de dihêlin û bixweve girê didin. Bi gotinên nijadperest gel bixweve girêdayî dihêlin. Siyaseta li Tirkiyê ya li ser çapemeniyê tê meşandin dişibe siyaseta nijadperestiya Alman a ku li ser çapemeniyê didan meşandin. Li ser derewan operasyona têgihiştinê naxwazin gelê Tirkiye çavê xwe veke û heqîqetê bibînin.”
‘CHP XWE NÛJEN NAKE’
Turk bal kişand ser rola CHP’ê jî û got: “Cih negirtina CHP’ê ya di nav eniya demokrasiyê de pirsgirêkek dîrokî ye. Xwe di riya demokrasiyê de ava nake. Ji sazbûna Komara Tirkiyê heta îro xwe nûjen nekiriye. Li ser siyaseta Kemalîst xwe bi rêve dibe û nû nake. Siyaset û polîtîkayek nûjen a demokratîka civakî nade meşandin.”
‘ÊRÎŞ WÊNEYÊ SIYASETA TIRKIYÊ YE’
Turk êrîşek li dijî cenazeyê dayika siyasetmedar Aysel Tugluk, Hatun Tugluk jî wek “wahşetek di cîhanê de hêj nehatiye dîtin” pênase kir û ev tişt got: “Koma êrîşkar bi awayekî organîzeyî hatibûn. Wahşeteke mezin bû û nayê ziman. Dewlet nikare ji bin van bûyerên bi serê gel de derbas dibin derbikeve. Ew êrîş wêneyê siyaseta Tirkiyê ya ber bi faşîzmê ve diçe. Berê mervi di ber kîjan goristanê de derbas dibû nedigot ev suryanî, ereb, ermenî, kurd û tirk e fatîha dixwend. Lê îro dewletê gel wisa terorîze kiriye û êrîşa cenazeyan dikin. Hem qala îslamiyetê dikin hem jî êrîş li dijî cenazeyan pêk tînin.
‘ÊDÎ DEMA AZADIYA OCALAN E’
Turk, siyaseta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan tê meşandin jî wek “siyasetek çewt” binav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tecrîda li ser Ocalan bêaqiliye. Heke îro bi Brêz Ocalan re hevdîtin pêk bihatana wê ji bo gelê kurd û tirk û ji bo selametiya hemû gelan tiştên baş li pêş biketina. Hevdîtin bi Ocalan re pêk werin wê pêşiya şer jî bihata girtin. Hiqûqa gelê kurd û tirk ya hezar salan heye. Brêz Ocalan tu demê nexwest ev hiqûq ji holê bê rakirin. Îro bi milyonan gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê dijî. Brêz Ocalan hesabê hemû tiştî dike. Siyaseta Brêz Ocalan siyaseta ku hemû gelan di bin baneyekî de kom dike ye. Heke ku îro jî wê derfetê bidin Ocalan dê ji bo selametiya hemû gelan û paşeroja gelê kurd dê projeyên baş bîne ziman. Nêzî 20 salan e Brêz Ocalan di girtîgehê de ye êdî dema azadiya wî ye. Lê dema em bala xwe didinê dewleta Tirkiyê ji bo aştiyê naxwaze gavan biavêje. Eger îro aştiyê bixwastana wê vê tecrîtê li ser Ocalan nedana meşandin. Ji bo aştiyek mayinde divê tecrîd bi dawî bibe."
MA / Bîlal Guldem