ENQERE – Ji gelek herêmên cuda yên cîhanê dê gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî 3’yemîn Kongreya Mezin a HDP’ê ku di 11’ê sibatê de li dar bixe bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 11’ê sibatê de 3’yemîn Kongreya Asayî ya Mezin li Arenaya Sporê ya Enqereyê li dar bixe. Bi rojane HDP amadekariyê kongreya xwe dike. Amadekariyê wan ber bi dawî ve diçin. Ji hundirê welat dê gelek navdar beşdar bibin û li gel van navan jî dê ji derveyî welat jî navdar û saziyên girîng beşdar bibin. Hin navên ku dê beşdarî kongreyê nebin jî ji bo pîrozbahiyê peyamên nivîskî û vîdeo şandin.
Li gorî lîsteya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê parve kir, dê ev nav û sazî beşdarî kongreyê bibin:
"Serokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Gabî Zîmmer
Sekreterê Gitşî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laurent
Partiya Çepgirên Ewropa
Koma Hevgirtina Çep a Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê
Ji Spanyayê Podemos
Ji Baskê nûnerên partiyan Bildu û Sortu
Ji Danîmarkayê Partiya Kesk-Sor,
Partiya Çep a Alman (Die-Linke),
AKEL'a Kibrisê,
Partiya Demokrat a Civakî ya Swêdê,
Partiya Çep a Fransayê,
Partiya Komunîst a Portekîzê
Ji Yewnanîstanê Syriza
Partiya Karkerên Îrlanda
Portekiz Komünist Partisi
Partiya Karkerên Norveç
Partiya Sosyalîst a Ermenî
Partiya Komunîst a Lubnanê
Heyeta Meclîsa Neteweyî ya Filistînê
Wekîlên Koma YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê
Ji sefaretxaneyên li Enqereyê dê gelek çavdêr kongreya me bişopînin.
Serokê PDK’ê Mesût Barzanî peyama pîrozbahiyê ya nivîskî şandiye.
Serokê Sînn Feîn ê ji Îrlandayê Garry Adams peyamek bi dîmen şandiye.
Ji Amerîkaya Latîn heta Bakurê Afrîkayê ji gelek welatan partiyên hogir peyamên pîrozbahiyê şandine kongreya me.
Ji welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê akademîsyen, nivîskar û nûnerên saziyên civakî yên sivîl dê beşdarî kongreya me bibin.
Ji Afganîstanê Hambaştagî (Partiya Piştgiriyê) ji ber vîze ji aliyê Wezareta Karê Derve ve nehat dayîn û hewldanên me bê bersiv man dê beşdarî kongreya me nebe.