Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin

img

EFRÎN - Hevseroka Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, diyar kir ku Tirkiye endamên OSO'yê di şerê Efrînê de da pêş û piştî têkçûna OSO'yê, niha dixwazin cerdevanan bidin pêş û got: "Niha jî dixwazin li Efrînê kurdan bi hev bidin qirkirin."

TSK'ê piştî OSO di şerê li Efrînê de da pêş û OSO têk çû, niha dixwaze cerdevanan tev li şer bike. Ji ber wê hikûmeta AKP'ê cerdevan dîsa anî rojevê û dixwaze li Efrînê peywirê bide cerdevanan. Hat diyarkirin ku li Şirnex û navçeyê wê ji cerdevanan xwestine ku rojê bi 300 TL yî biçin li Efrînê şer bikin, lê cerdevanan ev pêşniyara hikûmet û TSK'ê qebûl nekiriye. Hevseroka Meclisa Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û di der barê van lîstikên Tirkiyeyê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
Yusuf destnîşan kir ku piştî endamên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) têk çû, dixwazin li cihê wan cerdevanan bişînin şer, ev polîtîkaya Tirkiyeyê wekî kurdan bi kurdan bidin qirkirin pênase kir. Yusuf da zanîn ku bi vê rêyê dixwazin vîna gelê Efrînê bişkînin.
 
 Tirkiye li Efrînê çi hêvî dike?
 
Me ji Minbicê heta Reqqayê li dijî terorê şer kir. Beşeke zêde ya axa xwe ji wan azad kir. Lê hêj DAIŞ neqediya ye, ji ber ku welatê herî zêde piştgiriyê dide wan Tirkiye ye. Ji ber ku têkçûna DAIŞ'ê naçe xweşa Tirkiyeyê. Ji bo ew jî têk neçin, di warê leşkerî de piştgiriyê didin DAIŞ'ê û bi alîkariyan li ser piyan dihêlin. Ji hêla din ve jî naxwazin krîza li Sûriyeyê çareser bibe.
 
Li dijî van êrîşan berxwedaneke ew qas mezin hêvî nedikirin. Gel bi giştî ji êrîşên wan re bûn mertal. Di êrîşên 20 rojan de tu encam bi dest nexistin.
 
A niha rewş çî ye?
 
Tirkiye dixwaze tola DAIŞ'ê rake. Niha di bin navê OSO'yê de, DAIŞ û El Qaîdeyê dişîne ser axa Sûriyeyê. Tirkiyeyê piştî Cerablus, Bab, Ezaz û Idlib girt, dixwaze Efrînê jî bigire û bi girtina Helebê re xwe bigihîne sînorê Deryaya Spî. Li pey sînorên serdema Osmaniyan e. Çend roj ji bo Efrînê diyar kiribûn. Artêşa tirk bi hemû derfetên di destê xwe de êrîş kir. Ev êrîş ne tenê li dijî Efrînê, li dijî hemû Sûriyeyê pêk aniye. Li dijî van êrîşan berxwedaneke ew qas mezin hêvî nedikir. Gel ji hemû êrîşan re bûn mertal. Di êrîşên 20 rojan de tu encam bi dest nexistin.
 
Parastina we ya cewherî bandoreke çawa li herêmê. Dê ev rewş bandoreke çawa li ser hevkêşeyan bike? 
 
Ev berxwedan, hemû hevkêşeyên siyasî û leşkerî diguherîne. Dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Hesabê li vir ne tenê ji bo beşeke piçûk e. Rewşeke wisa ye hêzên herêmî û navneteweyî di nava vê yekê de ne. Ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, hêza me li tevahiya cîhanê hat dîtin. Niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî tê dayîn.
 
Di rojên destpêkê yên êrîşan de hêzên navneteweyî û herêmê bêdeng man. Niha jî piçû piçû daxuyaniyan didin. Hûn vê rewşê çawan dinirxînin?
 
Di çarçoveya li hevkirinekê de ev êrîş pêk natin. Pozîsyona rejîmê, ne bi hêze. Ev komên çekdarî yên ji Şam, Îdlîp û cihên din kom kirin, ne xwedî hêzên. Rûsya û rejîm dinava  hevkariyê dene. Ji ber vê yekê naxwazin hevkariya wan bêhêz bibe. Rûsya ku dixwaza li Sûriyeyê daîmî bimîne, dixwaze vê bi alîkariya rejîmê pêk bîne. Ji ber ku Îran jî wiha nêz dibe, dengê xwe dernaxe. Çavên xwe li êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê girtin. Tirkiye jî ev yek bi kar anî û komkujî pêk anî. 
 
Hemû kes ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Cardin li benda encamên van êrîşan man. Lê di saya qehremantiyên hatin kirin de, nêrîna raya giştî guherî. Pêkanîna dij mirovahî ya  li ser cenazeyê Barîn Kobanê hat kirin, komkujiya zarok û jinan nîşan da ku tu ferqa Tirkiyeyê ji ya DAIŞ’ê tuneye. Ji ber vê yên ku dengên xwe dernexistin, refleks nîşan dan. Hêzên navneteweyî ne dibû ku li dijî van êrîşan pêdeng bimîne. Hinekan bi daxuyaniyan bersiv dan. 
 
Plana dikin ku kurdan bi destên kurdan bidin kuştin. Bi vî awayî dixwazin kurd şerê hev bikin. Kurd kurdan tune bikin û ew jî xwe li ser vê bidin jiyîn. Divê gelê me yê Bakur li dijî van polîtîkayan bi hişyarî tevbigerin.
 
We got OSO têk çû. Niha jî dixwazin cerdevanan bixin dewrê. Bi vê yekê çi armanc dikin?
 
Tirkiyeyê di vî şerî de winda kir. Dibin navê OSO de, li vir hêzên şerxaz didin şer. Hin fermandar û efserên artêkşa Tirk div î şerî de cih digirin, ên din jî bi pareyan şer dikin. Evana komûn DAIŞ û yên El Nusrane. Li hemberî berxwedanê şkestinek mezin jiyan. Derûniya wan pir xerabe. Ev komên bi çek dem bi dem bi TSK’ê pev diçin. AKP ji bo vê binkeftinê telafi bike, li riyêke digere. Ketiye derdê xwe xelaskirinê.   
 
Êdî siyaseta OSO îflas kiriye. Niha jî dixwaze bi cerdevanên herêmê, bi pareyan êrîşî Efrînê bike. Ev rewş tenê bi şer re ne girêdayî ye. Dixwazin vîna gelên Efrînê bişkîn in. Bi vê yekê dixwazin bêjin ‘Mêze bikin kurd li dijî we şer dikin.’ Plana dikin ku kurdan bi destên kurdan bidin kuştin. Bi vî awayî dixwazin kurd şerê hev bikin. Kurd kurdan tune bikin û ew jî xwe li ser vê bidin jiyîn. Divê gelê me yê Bakûr li dijî van polîtîkayan bi hişyarî tevbigerin.
 
Serokê Giştî yê AKP’ê diyar dike ku dê 2 hezar kilometre qada li Bab, Ezaz û Cerablusê dagirkirin, dê bi Efrînê re bikin yek. Hûn ji bo vê çi dibêjin? 
 
Avakirina dewleta Tirkiyeyê li ser derewan hatiye avakirin. Çapemenî û dewleta herî zêde li cîhanê derewan dike Tirkiyeye. Erdogan herêmên Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirine. Ji ber ku binkeftine, dixwazin moral bibin kom û odeyên koordînê. Ji ber vê hemû rêbazan bi kar tînin. Em niha li Efrînê ne. Bi sedhezaran mirovên me li gund, navçe û bajar jiyana xwe didomînin û qadên xwe diparêzin. Tirkiye hîna jî di noqteyên sifir ên sînor deye.  Tenê kariye 3 kîlo metre derbasî sînor bibe. Li çend gondên dagir kiriye serkeftina xwe tîne ziman. Ji derveyî vê tiştek din nekiriye û nikare pêşdetir biçe.
 
MA / Nazim Daştan