ENQERE - Hîndekarê Zanîngeha EHESS'ê Prof. Dr. Hamit Bozarslan ku bi gelek xebatên xwe referans tê nîşandan, diyar kir ku kurdan li Efrînê li dijî takdîka dualî ya leşkerî serkeftinek mezin bi dest xistine û wiha got: "Ji bo pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bibe divê weki Konferansa Yalta ya sala 1945'an bê lidarxistin. Dîsa gelek rêyên çareseriyê hene.
Şerê TSK'ê û OSO yên li ser gelê Efrînê di roja 45'an de berdewam dike. Tevî NY'ê agirbest îlan kiriye jî TSK bi tang, top û balafiran navçeya Cindirêsê û der û dorê wê bombe dike. Têkildarî şerê li ser Efrînê bertek û nerazîbûn zêde dibin. Hîndekarê Dibistana Bilind a Zanistiyên Civakî ya Parîsê ya Zanîngeha EHESS yê ku bi lêkolînên xwe tê nasîn, Prof. Dr. Hamît Bozarslan, der barê şerê Efrînê de nirxandinên girîng bi Ajansa Mezopotamya re parve kir. Bozarslan, ê bi pirtûkên "Dîroka Tirkiye", "Civakîbûna Siyasî ya Rojhilata Navîn" û “Rojhilata Navîn: Dîroka Tundiyê ye" wekî referans tê nîşandan, geşedan û şerê li Efrinê jî ji nêzîk ve dişopîne. Bozarslan, anî ziman ku her rojek li Efrînê derbas dibe serkeftnik e û wiha got: "Kurd li Efrînê du taktîkên leşkerî dişopînin. Di vê mijarê de serkeftî ne. Di vê berxwedana dem dirêj de tevgera kurdan li dijî duyemîn artêşa mezin a NATO berxwedanek pir mezin nîşan dide. Dîsa li dijî hêzên cîhanî berxwedanek pir serkeftî nîşan dide. Hem kozikên di destê xwe de diparêze, hem jî aga di bin dagirkeriyê de bi rêbaza gerîlla du taktîkan pêş dixe. Di herdu taktîkan de serkeftî ne."
Bozarslan, anî ziman ku di demên pêş de dê şer zahmettir bibe û wiha berdewam kir: "Di demên pêş de dê dijwartir bibe. Lê tecrûbeyên tên bi destxistin, bêtir moralê hêzên dagirker xera dike. Avantajên girseyî û azîma tekakesî ku li hesê serdest e, nîşan dide ku dê ev şer demdirêj berdewam bike.
‘REJÎMA ERDOGAN WEKÎ DEWLETA HAYDÛT TÊ QEBÛLKIRIN'
Bozarslan, êrîşên li ser Efrînê di milê navneteweyî de jî analîz ki rû wiha got: "Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriye mehek agirbest îlan kir. Ev bêhêziya NY'ê nîşan dide. Aşkere ye ku êdî hêza NY ne sembolîk e jî û tu îtîbara wê nemaye. Rejîma Erdogan ji demek pir dirêj de ji dewleta legal-rasyonel wêdetir, li lîteratura navneteweyî de wekî ‘dewleta haydût' tê qebûl kirin. Taybetmeniya van dewletan zerarê dide aştiya cihanê. Dîsa hem gelê xwe û hem jî gelên cîhanê dîl digire. Tirkiye û Îran ên wekî dij-demokratên li herêmê vê "Hêza zerarê bidin" pir xerab pêk tînin. Vê hêza xerab kengî li ku têxin neriyetê ne diyar e."
NEDIYARÎ
Bozarslan, anî ziman ku li vir dem pir girîng e û wiha got: "Gelo dê Demokrasiya îro wekî demokrasiyên 1920 û 1930’an, li hemberî hêzên dij-demokrasiyê çong bitewînin? An jî dê wekî rêbaza navbera DYA û Rûsya ya Yalta çareseriyê pêş bixin. Erdogan dê li dijî rejîma Îranê helwestek çawa nîşan bide? Îhtilafên Tirkiye-DYA dê aş bibe? Rejîma El-Assad, dê çiqas li dijî dagirkeriya ku gefan li hebûna wê dixwe bêdeng bimîne? Niha zahmet e mirov bersîva vê yekê bide.
KURDAN LI EFRÎNÊ DEM PIR SERKEFTÎ NIRXAND
Em niha dibînin ku gelê Efrînê bi derfet, çavkanî û hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide. Ji ber vê yekê faktora demê pir girîng e. Şerê ku ji bo sê rojan hatibû plankirin, niha 45 rojin didome. Ji bilî bakurê Efrînê du cihên din nehatiye dagirkirin. Ev nîşan dide ku gelê kurd demê pir baş dinirxînin.
‘DIVÊ KIRD BIBIN YEK Û DÎPLOMASIYA HEVPAR PÊŞ BIXIN'
Kurdên ku pêşniyara Konferansa Yalta kirin, parastinek girîng kirin. Divê kurd di nava xwe de yekîtiyek xurt ava bikin. Dem di nava tevahiya kurdan û hem jî di nava tevgera kurdan de yekitî pir girîng e. Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê yê di bin şertê giran de ye, divê bê xurtkirin. Divê partiyên kurdan di nava xwe de diyalogê bêtir xurt bikin. Yekîtiya kurdan û hewldanên diplomatîk ên hevpar, dikare rê li pêş siyasetek nû veke."
KONFERANSA YALTA ÇIBÛ
Çareseriya Konferansa Yalta di Sibata 1945'an de di navbera 3 hêzên mezin DYA, Rûsya û Îngiltere de pêk hatibû. Di vê konferansê de rewşa Almanya, Polonya, Japonya û Rusya ji nûve hat destgirtin. Ev konferans wekî civîna nizama nû ya cîhanê tê pênasekirin.