ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Abdullatif Şener, tev li bernameya "Gune Başlarken" ya ku Semra Topcu di Halk TV de pêşkêş dike bû û got: "AKP dê di 3 hilbijartina pêş de winda bike."
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê Abdullatif Şener, tev li bernameya "Gune Başlarken" ya ku Semra Topcu di Halk TV de pêşkêş dike bû û geşedanên dedr barê hilbijartinê de nirxand. Şener, diyar kir ku AKP her dem behsa Vîna Nijadî dike, lê ji vîna gel a di sindoqan de bê xuyakirin ne bawer e. Bi Zagona tifaqê dixwaze vîna gel a sindoqan biguherîne. Li ser vê yekê planan dike. Ez îdîa dikim ku AKP dê di 3 hilbijartinên pêş me de bi ser nekeve. Dê 3 hilbijartinên li pêş me winda bike. Ger ku partiyên muxalif şaşiyan neke ne pêkan e AKP di hilbijartina Serokomariyê de bi ser bikeve.