Pekoz: Eger muxalefet sindoqan biparêze dê karibe Erdogan bixîne

img

STENBOL - Zanyarê Siyasetê Mûstafa Pekoz, diyar kir ku HDP bi beyannameyeke ku li gorî rastiya sosyo-polîtîk a Tirkiyeyê derketiye pêşberî civakê û nemaze jî diyarkerê hilbijartina serkomariyê ye. Pekoz got: "Eger muxalefet bi hev re sindoqan biparêze, bi rihetî dikare Erdogan bixîne." 

Zanyarê siyasetê û nivîskar Dr. Mûstafa Pekoz, danezana hilbijartinê ya HDP'ê nirxand. Her wiha Pekoz got, dê di 24'ê Hezîranê de hilbijarên kurd hilbijêrên diyarker bin. 
 
‘DANEZANA HILBIJARTINÊ YA HDP'Ê DANEZANEKE RASTEQÎNE YE' 
 
Pekoz, diyar kir ku danezana hilbijartinê ya HDP'ê li gorî rasteqîniya sosyo-polîtîk a civaka Tirkiyeyê hatiye dîzaynkirin û got: "Bi kurt û kurmancî ne wekî 7'ê Hezîranê ye. Di danezanê de diyar e ku dê pirsgirêkên Tirkiyeyê gav bi gav bên çareserkirin. Lê ya girîng ew e ku em ê vê yekê li kuçeyan çawa ji gel re vebêjin. Çimkî dê çapemenî zêde cih nede vê yekê. Loma divê civaka medyayî pir baş bê bikaranîn. Yanî hûn tiştên baş bibêjin, lê dema hûn ji civakê re venebêjin dê tu wateyeke wê nemîne. Ji ber vê xebata pratîk hewce ye." 
 
‘EGER MUXALEFET SINDOQAN BIPARÊZE DÊ BIKARIBE ERDOGAN BIXÎNE' 
 
Pekoz bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê jî û diyar kir ku vegotina "Em çi bikin jî dê dengên HDP'ê bên dizîn" şaş e û got: "Diziya 3 milyon û nîvan wisa ne rihet e. Çimkî saziyên navnetewî tên dişopînin. Derûniya wan ji ya 1'ê Mijdarê paşvetir e. Eger AKP, AKP'eya berê bûna niha her der dorpêç kiribû. Hindik maye nikarin mîtîngan jî bikin. Hema bêje 40 roj ji hilbijartinê re ma, eger her roj biçe du bajar jî bajarek dimîne. Jixwe dê Erdogan bajar bi bajar negere. Eger muxalefet baş bala xwe bide hilbijartinê û bi hev re sindoqan biparêze dê bi rihetî karibe Erdogan bixîne."