AMED – Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca “Deklarasyona çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” eşkere kir. Uca destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re pêkan e û got: “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû. 24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye.”
Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) têkildarî pirsgirêka kurd ku nêrîn û ramanê xwe ji bo raya giştî eşkere bike li Amedê bi civîna çapemeniyê bi sernavê “Deklarasyona çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” daxuyanî da. Civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina HDP’ê ya Amedê pêk hat. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamên MYK’ê û PM’ê yên HDP’ê, namzetên HDP, rêveberên HDP, KCD, DBP, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek kes beşdarî civînê bûn. Li Salonê posterên namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Buldan û Temellî, pankartên “Ji bo yekitiya neteweyî dest bidin HDP’ê”, “Ev wiha naçe û jin destûr nadin” û gelek pankartên din ên bi kurmancî, dimilkî û tirkî hatin daliqandin.
Deklarasyon bi kurdî û tirkî hat xwendin. Bi Tirkî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan û bi kurdî jî Parlamentera HDP’ê ya Amedê û namzeta HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca xwend.
‘ROJ ROJA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD E’
Beriya xwendina deklarasyonê Buldan kurteaxaftinek kir û wiha got: "Çarenûsa Efrîn û Kerkûkê bi hev ve girêdayî ye. Ji Kerkûkê heta Efrînê ji Şirnexê heta Mahabadê çarenûsa gelê kurd yek e. Gelê me êdî vê rastiyê baş dizane. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, banga me li hemû aliyên kurd e ku werin di HDPê de bibin yek. Roj roja yekîtî û hevgirtina neteweyî ya gelê kurd e. Roj roja yekîtiya avakirina Kurdistana demokratîk e."
Deklarasyona kurdî ku Uca xwend wiha ye:
“Em xwedî idiayeke mezin in. Em li her qadê çareseriyê ava dikin, çareseriyê pêşniyar dikin û soza çareseriyê didin. Ferqa me ev e. Niha li pêşiya me pirsgirêkeke sedsalî û gelekî mezin heye û em namzetê çareserkirina vê yekê ne û dixwazin li Tirkiyeyê û gelên herêmê aramiyê peyda bikin.
Gelê me yê birûmet, ciwanên hêja, dayik, jin û zarokên aştîxwaz… Ji bo pirsgirêka me hemûyan, pirsgirêka Kurd me deklerasyonek amade kir û niha ji bo em vê deklerasyonê bi we re parvekirin û ji bo sozê çareserkirina vê pirsgirêkê bidin em li pêşberî we ne.
Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hemû sazî û dezgehên ku siyaset û polîtîkayê dikin, bêguman derbarê pirsgirêka Kurd de gotin û helwesteke wan heye. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke giran û xwedî bandoreke berfireh e. Lê belê nêzîkatiya ji bo vê pirsgirêkê an li ser esasên polîtîkayeke neçareseriyê ya înkarê û netewperest an jî wek encama polîtîkayeke înkarê û tunehesibandinê derdikeve pêşiya me.
Partiya me, di warê pêkhateyên xwe de û zemîna polîtîk ku li ser hatiye avakirin hem alîgirekî vê pirsgirêkê ye û hem jî, di warê çareserkirina pirsgirêkê de partiya herî xwedî bi tecrube ye. Ev yek hem di warê berpirsiyariya dîrokî de barekî giran dide ser milê me, hem jî nîşan dide ku ji bo çareserkirina pêşeroja gelên Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn çareseriyê dixwazin û ev çareserkirin rastiyeke wisa ye ku divê neyê taloqkirin.
Reva ji vê pirsgirêkê tê wateya xwedûrxistina ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê. Di serî de Tirkiye û hêzên herêmê hemû li gorî vê pirsgirêkê helwesta xwe diyar dikin. Îtifaqên hilbijartina ku dê di 24’ê Hezîranê de çêbibe jî, di çarçoveya nêzîkatiya ji bo vê pirsgirêkê de şikil girtine.
AKP û MHP, îtifaqa xwe li ser esasên dijberiya Kurdan û demokrasiyê çêkirine û îtifaqa din jî bi nêrîneke ku çavên xwe lê girtiye tev digere. Lê belê partiya me, ji bo çareserkirina pirsgirêkê îtifaqa hêzên civakiyî ya hemû gelan, demokrasî û aştiyê esas girtiye.
Helbet sedemên dîrokî yên ku pirsgirêka Kurd xurt dikin hene. Lê belê, niha sedema neçareserkirinê nêzîkatiyên tekparêz, înkarê û polîtîkayên şerî ne. Niha kodên genetîk ên pergala antî-demokratîk xwe li ser înkarkirina Kurdan xurt dikin. Îktîdarên ku bi vî awayî dixwazin pergalê bi rê ve bibin, tekane rêya ku serî lê didin kûrkirina pirsgirêka Kurd e. Ev tişt û tercîh, bi xwe re tengayî û kaos jî afirandiye: Her ku pirsgirêka Kurd kûr dibe, pergal dixitime, alozî xwe dide der. Hemû fikrên siyasî yên ku dixwazin hebûna xwe li ser înkarkirina Kurdan ava bikin, dawiya dawî ji qada siyasetê rabûne û tune bûne. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bê hed û hesab mînakên bi vî rengî hene.
Aşkere ye ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, di serî de pirsgirêka demokrasiyê û bi giştî jî dê tu pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê çareser nebin. Tenê tiştên ku çend salên dawî em bi wan re rû bi rû dimînin jî, vê yekê piştrast dikin. Rewşa Awarte, KHK, tayînkirina qeyûman, şidet, girtin, polîtîkayên feqîrkirinê, rê û rêbazên îşkenceyê ku niha li tevahiya Tirkiyeyê xwe didin der, destpêkê hemû li ser Kurdan hatin bikaranîn û paşê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûn. Îktîdar, her cure daxwazên ji bo mafan, heyîna pirsgirêka Kurd wekî hincet nîşan dide û ji bo alternatîfa pelçiqandinê ya bi şidetê di dest wan de be, neçareserkirina pirsgirêka Kurd tercîh dikin.
Sekneke biçûk a demokratîk bi xwe jî, beriya her tiştî li hemberî polîtîkayên înkar, pelçiqandin û şidetê yên li ser Kurdan tên sepandin, bi helwesteke zelal pêkan e. Ji bo welatekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo HDP’ê şertekî esasî ye.
PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEKE STATUYÎ YE
Di çarçoveya mafekî siyasî û rewa de, awayê jiyan û xwebirêvebirina civakekê girêdayî tercîhên wê ne. Di vî warî de HDP, di serî de Kurd û bi giştî maf û daxwazên hemû civakên din qebûl dike. Çareserkirina daxwazên di warê çand, ziman û nasnameyê de, di çaroveyeke qanûna bingehîn de diparêze û ji bo ferasetên tekparêz ku nasnameyên cuda red dikin, ji holê rabike têdikoşe.
Ji dîrokê û heta roja îro pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke statuyî ye. Daxwaza Kurdan a ji bo statuyê, ne parçekirin e; ji bo aştiya civakiyî û jiyana hevpar hewce ye. Ya ku tê daxwazkirin ew e ku, di bin banê dewleta unîter de Kurd mekanîzmayên xwe yên biryarê pêk bînin. Daxwaza ji bo rêveberiya xwecihî daxwaza sereke ye ku dê pirsgirêkê çareser bikin. Ev model li gelek deverên cîhanê tê sepandin û modeleke demokratîk e ku rê li ber navendîbûn û tekbûyînê digire. Şerta Xweseriyê ya Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê jî ji bo pêdiviyeke wisa derketiye holê. Tirkiye di sala 1988'an de ev şert îmze kiribû û pişt re jî îmzeya xwe ji bin çend xalan kişandibû. Em wek partî wê şerta 1988'an diparêzin. Ev rewş bi awayekî zelal û aşkere di bernameya HDP’ê cih digire.
Ji bo pêkanîna vê yekê jî, ewil divê qanûna bingehîn a înkarparêz biguhere.
Dê di serdema HDP’ê de qanûna bingehîn a li ser esasên pirzimanî, pirbawerî, hevwelatîbûyînê ku dê laîkbûna azadîxwaz, pirdengî û cihêbûna hêzan di navenda wê de cih bigirin, tevî hemû komên civakiyî bê amadekirin.
Wê bi HDP’ê re hemû azadî û mafên wekî azadiya fikr û ramanî, rêxistinbûyînî, azadiya ol û wijdanî, mafê aştiyê, mafê heqîqetê, mafê avakirina sendîqayê, mafê grev û peymana giştî, mafê reda wijdanî, mafê nasnameya çandî, mafê bikaranîna zimanê zikmakî, mafê perwerdehî û hînkariyî, mafê darizandina adilane û mafê zarokan di Qanûna Bingehîn a demokratîk de bên mîsgorekirin.
Wê qanûna bingehîn a demokratîk, li hemberî desthilatdariya navendî rêveberiya xwecihî, li hemberî tehekuma dewletê jî civakê biparêze; dê ne navendîparêzê, dê adem-î merkeziyetê esas bigire.
Ev yek ne li dijî pergala parlementeriyê ya demokratîk e, bereksê wê modeleke ku demokrasiya xwecihî, demokrasiya rêveberiya xwecihî xurt dike.
Bi mîsogeriya ku qanûna bingehîn a demokratîk dide, dê li tevahiya Tirkiyeyê rêveberiyên xwecihî yên demokratîk bibin temînata avaniyeke îdarî ya demokratîk. Dê Komara Demokratîk ku xwe dispêre demokrasiya xwecihî ya bi qanûna bingehîn a demokratîk hatiye mîsogerkirin, li dijî tekparêzî û otorîteriyê bibe sîwana pirdengî, demokrasî û jiyana bi hev re.
Wê dawî li Rewşa Awarte bê û dê hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin demildest vegerin ser karê xwe. Dê rêxistinên civaka sivîl û saziyên çapemeniyê yên li herêmê bi zimanê zikmakî weşana xwe dikirin û bi Rewşa Awarte û KHK’yan hatin girtin, ji nû ve bên vekirin û malên wan bên îadekirin.
Di darazê de ligel tevdîrên darizandineke wekhev û adil; dê şert û mercên darazê ku ji bo bi zimanê zikmakî xizmeta herkesî bike bên peydakirin û dê dawî li sepandina ku li dadgehan pereyên wergêran ji aliyê kesên tên darizandin tê dayîn bê.
Wê girtiyên nexweş bi lezgînî bên berdan. Ji bo girtî li derve bên tedawîkirin, dê raporên ku ji aliyê nexweşxaneyên tam teşekulî tên dayîn esas bên girtin.
Wê rojnamevan, jin, siyasetmedar û xwendekarên ku bê sebeb di girtîgehan de ne bi sererastkirinên adilane bigihên azadiya xwe.
Wê di serî de dawî li pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê ku Birêz Abdullah Ocalan tê de ye û hemû girtîgehên dên bê û dê erka “binpêkirina înfazê” ya di dest îdareyên girtîgehan de ji holê bêrakirin.
HEVRÛBÛNA BI PAŞEROJ Û HEQÎQETÊ RE ŞERTA SEREKE YA AŞTIYÊ YE…
Civakên ku bi paşeroja xwe re rûbirû nebûne, dê roja îro fêm nekin û pêşeroja xwe ava nekin. Ji bo aştiyê jî yek ji şertên jiyanê, hevrûbûyîna bi paşeroj û lêgerîna ji bo heqîqetê ye.
Ji bo li ser navê dewletê ji ber qirkirin û komkujiyên ku di dîrokê de li ser Kurdan û gel û baweriyên din pêk hatin lêborîn bê xwestin, dê xebat bên kirin.
Ji bo lêkolînkirina qirkirin, tehcir, komkujî, înfaz, windahî û pêkanînên bi vî rengî bên lêkolînkirin û heqîqet derkevin holê, dê “Komîsyonên Heqîqetê” bên avakirin.
Koçberiya bi darê zorê û ji neçarî, zirara herî mezin e ku li ser civakekê pêk tê. Tesîra vê zirarê ya di warê civakî, aborî û siyasî de bi sedan sal didome.
Mal û milkên ku ji ber koçberiya bi darê zorê yên heta niha hatine kirin û ji aliyê dewlet an jî cerdevanan hatine desteserkirin, dê îadeyî xwediyên wan bên kirin. Dê zirara hemû kesên ku ji ber dorpêçkirin û koçberiya ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên di sala 2015’an de pêk hatin de bê dayîn û bajarên hatin rûxandin dê wekî berê bên çêkirin.
Wê mayin û bermayiyên şerî bên paqijkirin û ji bo li zeviyên bimayin çandinî pêk bê dê xebat bên kirin. Dê dawî li bendavên sînorî û projeyên HES’ê bên. Dê vegera ji bajaran a ber bi gundan ve bê teşwîqkirin û piştgitî ji bo kesên vegeriyane bê dayîn.
Wê pergala cerdevantiyê bê rakirin û dê cerdevanên ku tev li sûcan bûne bên darizandin. Dê zirarên ku cerdevanan kiriye bên dayîn. Cerdevanên ku daxilî tu sûcî nebûne jî, dê di çarçoveya bernameyên ji bo fêdeya civakê bên îstihdamkirin.
DÊ DI HEMÛ XIZMETÊN CEMAWERIYÊ DE MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ MÎSOGERKIRIN
Daxwazên Kurdan ên ji bo ziman, çand û nasnameyê, di çarçoveya mafên gelan de mafên rewa ne.
Zimanê zikmakî, şerta sereke ya qebûlkirin û pêkanîna nasname û çandê ye. Partiya me, ji bilî zimanê fermî yê welat, di qada fermî û sivîl de perwerdehiya pirzimanî, jiyana pirzimanî û xizmeta cemaweriyê ya pirzimanî esas digire. Dê di hemû qademeyên perwerdehiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî hebe.
Dê hemû polîtîkayên li hemberî pêşvexistina zimanê zikmakî bên betalkirin, ji îadekirina navên cihan bigere heta navên orîjînal ên pênaseyên cografîk û hemû mafên hatine xespkirin bên îadekirin.
Navê Kurdistanê heqîqeteke dîrokiyî ye û ji bo pênasekirina erdnîgariyê jî tê bikaranîn. Berê ev rastî dihat bilêvkirin, lê belê îktîdara AKP-MHP’ê vê rastiyê dîsa qedexe dike. Yek ji armanca me jî têkoşîna li hemberî qedexekirina vê rastiyê ye. HDP, li gorî rastiya Kurdistanê di çarçoveya welatê hevpar û qanûna bingehîn a demokratîk de, ji bo ev heqîqet di warê statuya qanûnî de bê qebûlkirin têdikoşe.
Feraseta faşîst ku di salên 1990’î de bandên Kurdî qedexe dikir hîn jî di bîra mirovan de ye. Lê belê, li herêmê êrîşên qeyûman ên li hemberî Kurdî, nîşan dide ku heman feraset didome. Dê navên Kurdî yên ku qeyûman ew guherandine bên îadekirin û dê tabela û lewheyên rêyan ên hatine rakirin li cihên wan ên berê bên bicihkirin.
Partiya me, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya pirzimanî de pirçandîtiyê jî diparêze û ji bo her çand xwe pêşve bixe mekanîzmayên hewcedar diafirîne. Li hemberî polîtîkayên cihêkar, tekparêz û înkarê radiweste û bi têkoşîneke tund xeta xwe diyar dike.
Li Rojhilata Navîn, dewlet û hêzên statukoparêz, bi awayekî dijwar êrîşî gelê Kurd û destketiyên wan dikin. Loma pêkanîna yekîtiya netewî ya kurdan pirsgirêka me ya herî bi lez û bez e. HDP, ji hêlekê ve wekî îtifaqa hêzên demokrasî û azadiyê pêş ve diçe, li hêla din jî li hemberî ferasetên asîmleker, çewisîner û tekparêz di warê siyasî de yekîtiya Kurdan diparêze. Yekîtiya Netewî ya Kurd, li herêmê ji bo bihevrebûna demokratîk jî pêwîstiyeke jiyanî ye. Partiya me, ji bo yekîtiya netewî ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bibin hevpar jî hewl dide û di vî warî de çi dikeve ser milê wê dike.
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BI MUXATABÊN WÊ RE PÊKAN E…
HDP, wisa bawer dike ku pêvajoya şer encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û baweriya wê ew e ku çareserkirina pirsgirêkê bi muzakereyan bi muxatabên rast pêkan e. Di navbera salên 2013-2015'an de di dema pêvajoya diyalogê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îspat kir ku ew aktorekî bi hêz ê çareseriyê ye. Ji bo xwîn neherike divê hevdîtinên di nîvî de mane dîsa dest pê bikin û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.
Ji tecrube û azmûnên cîhanê jî diyar e ku, pêvajoyên pevçûnî hemû tenê bi diyalog û muzakereyan çareser dibin. HDP di pêvajoya diyalogê de cihekî akîf girt û lewre xwedî tecrube ye.
Alîgir û muxatabên pirsgirêkê diyar in. Ev pirsgirêk bes bi vîna muxatabên wê dikare çareser bibe. Lêgerîna li muxatabên nû û sunî, israrkirina di polîtîkaya neçareserkinê de ye. Di çareserkirina pirsgirêkê de hêzên pev diçin alîgirên meseleyê yên xwezayî ne.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera salên 2013-2015’an di dema pêvajoya diyalogê de, wekî aktorekî nîşan da ku ew muxatabekî xurt e û dikare pirsgirêkê çareser bike. Her wiha di vê serdemê de piraniya civaka Tirkiyeyê jî wekî muxatab birêz Ocalan qebûl kiribû û peyamên dihatin hemû bi awayekî cidî esas dihatin girtin û nirxandin.
Bidawîkirina pêvajoya çareseriyê û ji aliyê AKP’ê ve qulipandina maseyê, ne ji ber ku civak li dijî vê yekê bû, sedem ew e ku ne li gor bendewariyên îktîdarê bû. Partiya me, ji bo ji nû ve ev pêvajoya bû qurbana hesabên siyasî, bi daxilbûna hemû dînamîkên civakê bê destpêkirin; her tim destnîşan dike ku divê tecrîda giran a derexlaqî û zemîneke wê ya hiqûqî tune ye li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
ENCAM
Ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin,berpirsiyarî çi dibe bila bibe partiya me amade ye. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Eger pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, dê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte nemîne, dê mekanîka darbeyê nekeve dewrê û dê talûkeya otorîteyê û yekzilamiyê jî çênebe.
Rêbazên ku heta niha hatine ceribandin û neçareserî afirandine, hemû îflas kirine. Nexwe tişta ku divê niha bê kirin, ew e ku divê tişta nehatiye ceribandin bê kirin. Bi 3 salên pêvajoya diyalogê re bêhna welat derket û rondikên çavên dayikan sekinîn.
Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aramî, ewlehî û xweşiyê heye. Tekane rêya vê yekê jî, di pirsgirêka Kurd de, pêkanîna aştiyeke mayînde ye. Aştî tenê ne bidawîbûna pevçûnan, mirinan û êşan e; di heman demê de ber bi dilpakî, xweşî û jiyana bi hev re dê bibe gavavêtina herî mezin.
Têkoşîna ji bo aştiyê, têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ye. Ji bo welatekî azad, ji bo Komareke Demokratîk, ji bo pergala parlementeriyê ya bi demokrasiya xwecihî hatiye zeximkirin, ji bo xelasiya ji feraseta tekparêz gava herî xurt dê aştî be.
24’ê Hezîranê ji bo aştiyeke mayînde û birûmet hêvî ye. Em xwe bi xwe welatê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin. Em ê li welatekî demokratîk û bi hev re aştiyê pêk bînin. Bereksê kesên bi polîtîkayên şerî îktîdara xwe berdewam dikin, bi feraseta qeyûman, bi dorpêçkirin û rûxandinan mirovan ji cihên wan koçber dikin, dê kesên doza aştiyê dikin bi ser bikevin. Bi HDP’ê re welatekî wekhev, azad û demokratîk nêz e.
Ji bo yekîtiya netewî, Em Li Vir in, Em Dikarin
Em dest bidin hev û bi HDP'ê dengê xwe bigihînin hev!"
Di civîna çapemeniyê de dema Navê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin hemû beşdarên li salonê li çepikan dan.