Erdogan dîsa gef xwar

img
ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan dîsa gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma heftane ya partiya xwe de axivî. Erdogan, di şexsê YPG’ê de gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û wiha got: “Heke YPG çekan bernede dê nekare xwe ji aqûbeta biêş xelas bike. Bila her kes destê xwe ji herêmê bikişîne.” 
 
Erdogan, hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî “erênî” nirxand û ev gef xwar: “Heke banga pêwîst were kirin û rêxistina terorê û avadaniyên girêdayî wê gav biavêjin, Tirk, Kurd û Tirkiye dê qezenc bike. Heke guh nedin bangawaziyê, wê demê em jî dê hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror bi rêbazên cuda pêk bînin.”