NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û got: “Helwesta hevpar a hêzên demokrasiyê û muxalefetê girîng e.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. Gunaydin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Beriya her tiştî ev yek xespkirina îradeya gelê Wanê ye.”
Bi domdarî Gunaydin wiha got: “Wan jî tev li pêvajoya tayînkirina qeyûm bû. Hinceta girtina ji peywirê ya şaredar; ‘Her çend endam nebe jî alîkarî daye...’ Em wisa bihesibînin ku tu pirsgirêka darizandina adilane nîne. Hûn çima nahêlin meclisa şaredariyê li şûna şaredarê ji peywirê hatiye girtin şaredareke nû hilbijêre? Sûc û ceza şexsî ne û ev rêgeza sereke ya hiqûqê ye. Berevajî vê, xwe dispêrin qanûnên OHAL’ê, tevahiya endamên meclisê yekser sûcdar qebûl dikî û waliyê tayînkirî tu dikî şaredar.”
'A GIRÎNG HELWESTA HEVPAR E’
Gunaydin, destnîşan kir ku helwesta hevpar a hêzên demokrasiyê û muxalefetê girîng e û wiha bi dawî kir: “Beriya her tiştekî, ev yek xespkirina îradeya gelê Wanê ye. Her wiha, tu pêşniyarqanûna ku mebest dike qanûnên wesayeta îdarî derbasî zemîna demokrasiyê bike û li ser lihevkirina 11 partiyên siyasî yên nûnertiya wan li Meclisê heye hatibû pêşkeşkirin, paşguh dikî. Di esasê xwe de tişta tu bi temamî paşguh dikî, demokrasî û hiqûq e. Hewceye em bibêjin ku, helwesta Tifaqa Cumhurê ne helwestekî surprîz bû. Ya girîng, helwesta hevpar û nexşerêya hêzên demokrasiyê û muxalefetê ye. Têgehiştin û biryardariya di vê mijarê de dê pêşeroja welêt diyar bike.”