Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin

img

ENQERE - Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku dê hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bên parvekirin û got: “A girîng ew e ku hûrgiliyên guftûgoyên li wir hatine kirin bi komîsyonê re werin parvekirin.” 

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtina komîsyonê ya di  çarçoveya pêvajoyê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû kirin, ji Rojnameya Mîlliyetê re nirxand.
 
Kurtulmuş, bal kişand ser mijara parvekirina kitekitên hevdîtinê ya bi raya giştî re û got: "Parlamenterên ku çûn Îmraliyê, dê çavdêriyên xwe, nîşeyên xwe vebêjin. A girîng ew e ku guftûgoyên wir bi giştî bi komîsyonê re bê parvekirin. Çavdêriyên parlamenterên li komîsyonê ew bû ku hevdîtineke gelekî erênî, çêker bû û ji tiştên weke 'nêrînên Îmraliyê' jî wêdetir nêzîkatiyeke li pêş, çêker, dilxwaziya aştiyê û çareserkirina vê meseleyê hebû.”
 
‘PIŞTÎ RAPORAN DÊ BI DAWÎ BIBE’
 
Kurtulmuş, da zanîn ku piştî amdekirina rapora der heqê verastkirinên qanûnî ya komîsyonê dê erka komîsyonê bidawî bibe û wiha pê de çû: “Dilê me dixwaze ku hemû partî li ser pêşnûmeyekî bibin yek. Ji bo rapora komîsyonê, mutabeqeteke giştî dikare ji metnên ku dê ji partiyan were, bê derxistin. Komîsyonê, pirsgirêka herî giran a dîroka komara me heta vir bê pevçûn û pirsgirêk anî. Ev yek nîşan dide ku mijara herî giran a Demokrasiya Tirk bi muzakerayan ve dikare bê çareserkirin. Ev yek divê bandorê li destûra bingehîn û metnên hiqûqî jî bike. Li gorî fikra min dê bi awayeke erênî bandor bike.” 
 
ÎDIAYA ‘PÊVAJOYA HERÎ BIXETER’
 
Kurtulmuş, rave kir ku pêvajo heta vê qonaxê jî bi awayekî baş hatiye û ji vir û şûn de derbasî qonaxeke bixeter dibe û got: “Heta vê qonaxê baş hat. Ji vir û şûn de pêvajoya herî bixeter e. Divê tu kesek berjewendiyên kom an partiya xwe nede pêş. Divê çekberdana rêxistinê bê tespîtkirin. Divê li Sûriyeyê entegrasyona bi rêveberiya nû re were dîtin.”