ENQERE – Di dengdayîna ji bo Serokatiya Meclîsê de namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim di tûra 3'yemîn de 335 deng girtin û bû Serokê Meclîsê.
Di hilbijartina ji bo Serokê Meclîsê namzetê AKP'ê Bînalî Yidlirim di tûra 3'yemîn de 335 deng girtin û bû Serokê Meclîsê.
TÛRA YEKEM
Di tûra yekem a dengdayîna ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê 581 wekîl deng dan. Namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim ku MHP'ê jî destek dayê di tûra yekem de 331 deng girtin. Namzetê CHP'ê Erdogan Topark 134 deng, Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş 65, Parlementerê Partiya ÎYÎ'yê Hayrettîn Nûhoglû 43, Parlementerê SP'ê yê Stenbolê Cîgangîr Îslam 4 deng girtin. Her wiha 4 deng jî nehatin hesibandin.
TÛRA DUYEM
Di tûra duyem de 584 wekîl deng dan Yildirim 336 deng, Topark 131 deng, Beştaş 65 deng, Nûhoglû 42 deng û Îslam jî 4 deng girtin. Her wiha 6 deng jî nehatin hesibandin.
TÛRA SÊYEM
Di tûra sêyem de ji ber ku MHP'ê destek da namzetê AKP'ê Bînalî Yildirim, Bînalî Yildirim hat hilbijartin û bû Serokê Meclîsê.